'Divê derbarê Îmraliyê de daxuyaniyek zelal bê dayîn' 2020-02-28 13:37:45   MÊRDÎN - Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê, duh xwestibû ku derbarê şewata li Îmraliyê de daxuyaniyeke zelal bê dayîn.   Duh li Girava Îmraliyê ji ber sedmeke ne diyar şewat derket. Li gel ku derbarê mijarê de ji aliyê rayedaran ve tu daxuyanî nehat dayîn, rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) , daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Bajar ê Mêrdîn ê Salîh Kuday ve hat dayîn.     Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji duh ve tê gotin ku li Îmraliyê şewat çêbûye, lê tu kes nizane ku şewat ji ber çi derketiye. Gel sedema şewatê meraq dike. Ji ber vê demek berî bi demekê divê destûr ji malabat û parêzerên girtiyên li giravê re bê dayîn ku biçin bi xizm û miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin.  Bi salan e li wê şewat derneketiye û ne dema şewatê ye jî. Ji ber wê em meraq dikin. Bila agahiyeke zelal derbarê şewatê de ji gel û malbatên girtiyên li giravê re bê dayîn."