Ciwanên Şehba û Efrînê li dijî şewata Îmraliyê meşiyan 2020-02-28 11:56:20   ŞEHBA - Li dijî agirê li daristana îmraliyê ket ciwanên Şehba û Efrînê derketin qadan û meşiyan.    Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û bi tevlîbûna şêniyên Efrîn, Şehba û Ciwanên Şehbayê, li dijî şewitandina daristana Imraliyê meşek li gundê Babinis a girêdayî Kantona Şehbayê hat lidarxistin. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibûn hildan. Meş ji Listgeha gundê Babinisê dest pê kir û heta qada gundê Babinisê dewam kir.   Piştî meş rawestiya bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê Reşîd Silêman axivî û wiha got: "Agirberdana daristana Îmraliyê daxwaza tunekirina Gelê Kurd e. Rêber Apo li hember hemû şert û mercan berxwedaneke bêhempa dide meşandin. Îmralî dêriyê çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn e Ji bo wê her tê hedefgirtin. Em weke ciwanên Efrînê jiyana me Rêberê me ye, ji bo azadiya Rêberê xwe serhildan berdewam e."   Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Îmraliyê" bi dawî bû.