Şêniyên Hesekê li dijî şewata li Îmraliyê herikîn qadan 2020-02-28 11:54:59   HESEKÊ - Şêniyên Hesekê kurd, ereb, aşûrî  û suryaniyî li dijî şewata li Îmraliyê daketin qadan û xwestin demildest agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê girtin.    Duh di saetên nîvro de şewat li Girava Îmraliyê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ev 21 sal tê de girtiye, derket. Li dijî vê yekê li seranserî Rojava meş, daxuyanî û girev dest pê kirin. Şêniyên Bajarê Hesekê herikîn qadan û daxwaza naskirina rewşa Abdullah Ocalan kirin. Meş li Çarxerêya Sînalko dest pê kir. Meşvanan alên Kongreya Star û wêneyên Abdullah Ocalan hilgirtin. Dirûşmên meşvanan li kolanên Hesekê deng veda. Meşvanan dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê serok jiyan nabe" berz kirin. Meş li ber Çarxerêya Şehîd Avesta Xabûr veguherî mitîngê.   Piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Hevserokê Kantona Hesekê Ebid El-Xenî Oso û Endama Rêvberiya Kongreya Star Nida Salih hate kirin.   Di axaftinan de daxwaza naskirina rewşa Abdullah Ocalan hate kirin û teqez kirin ku dê şev û roj di nava çalakiyan de bin heta ku rewşa Abdullah Ocalan bizanibin.   Meş bi dirûşma"Bê serok jiyan nabe"bi dawî bû.