Meclîsa Jinên Ciwan a HDP'ê li Sûrê pankart daliqand 2020-02-28 10:39:23   AMED - Meclîsa Jinên Ciwan a HDP'ê, di çarçoveya 8'ê Adarê de do li Sûrên Amedê parkarta bi nivîsa "Di bêrîka te de 1 TL hebe jî piştevaniya jinê dide jiyîn" daliqand.    Meclîsa Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a gelan (HDP), di çarçoveya  8'ê Adarê de bal kişand ser komkujiyên jinan. Meclîsa Jinên Ciwan a HDP'ê, li dijî întihar û komkujiyên ku li Tirkiye û herêmê zêde dibin do li Sûrên Amedê parkarta bi nivîsa "Di bêrîka te de 1 TL hebe jî piştevaniya jinê dide jiyîn" daliqand. Di heman demê de jinan bi pankarta ku daliqandin bal kişandin ser întiharên li zanîngehan tên jiyîn û bang li jinan hat kirin ku di 8'ê Adarê de derkevin qadan.