Jinên Kobanê: Şewata li girava Îmraliyê, berdewamiya komployê ye 2020-02-28 09:30:12   Dilûcan Bozî   KOBANÊ - Jinên ji Kobanê bertek û helwestên xwe li dijî siyaseta dewleta tirk û agirê ku li girava Îmraliyê derketiye anîn ziman û wiha gotin: "Em bi guman in ku ev agirê li girava Îmraliyê yek ji pilanên komploya navneteweyî ye."   Bi sedan şêniyên Kantona Kobanê bi dirûşma "Pêwîst e Tavilê derheqê rewşa Rêber Apo de agahî were dayîn", daketin qadan û nerazîbûna xwe ya li dijî şewata ku li girava Îmraliyê derketin anîn ziman. Meş ji qada Jina Azad dest pê kir û li Qada Ş. Egîd ve meşiyan. Têkildarî vê mijarê jinên ji Kobanê nêrîn û helwestên xwe ji ajansa me re vegotin.   'Heta em agahî ji Rêberê xwe negirin em ranawestin'   Jina bi navê Helîma Seyid Ehmed diyar kir ku eger agahiyeke ji bo tendirustiya Abdullah Ocalan neyê ew ê her li qadan bin û wiha pê de çû: "Em gelê Kobanê ji bo protestokirina agirê li Girava Îmraliyê derketiye li qadan in. Siyaseta ku dewleta tirk dide meşandin siyaseteke qirêj e û li dijmirovahiyê ye. Eger em agahiyekê ji Rêber Apo negirin em ê her li qadan bin."   'Dewleta tirk dijiminahiya xwezayê jî dike'   Jina bi navê Xanim Hibo jî axivî û teqez kir ku wê tu carî siyaseta dewleta tirk di derheqê Abdullah Ocalan de pêk neyê û wiha got: "Wek tê zanîn ku li Girava Îmraliyê şewat dest pê kiriye em hemû dizanin ev yek ne ji rêzê ye û destê dewletan tê de heye. Ji ber bi salan e ev daristan tu caran nehatiye şewitandin ev yek ne tesaduf e. Dewleta tirk ne tenê li dijî mirovan êrîş dike, heman demê êrîşî xwezayê jî dike. Em tu carî qebûl nakin zirar bigihêje Rêber Apo. Heger tiştek bi Rêberê me bê em ê xwe bikin bombe û bi dijmin de biteqînin, dijmin bi zanebûn ev şewat derxistiye, siyaseta Erdogan tenê rûxandin û talankirin e."   'Erdogan û hevkarên xwe siyaseteke qirêj didin meşandin'   Di dawiyê de jina bi navê Cîhan Henan bal kişand ser zirarên ku mirov di şewatê de dibîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hikumeta tirk û hevkarên xwe bi awayekî hov Rêber Apo girtin, ew têrê nekir tecrîda girankirî dest pê kirin û heta roja îro jî tecrîda girankirî berdewam e. Lê vê carê jî dixwaze bi rêbazên cuda siyaseta xwe bide meşandin. Lê helwestên me li hemberî vê siyasetê diyar in. Banga min ji tevahî jinên cîhanê re heye ku xwedî li Rêber Apo derkevin."