Gumanbar Ercan Uysaler 49 roje nehatiye girtin 2020-02-28 09:19:59   MÊRDÎN - Midûrê Kent A.Ş yê Şaredariya Bajarê Mezin yê Mêrdînê ku qeyûm tayînî wê hatibû kirin, Ercan Uysaler  ji sûcê ku fuhuş li jinekê ferz kiriye 11 sal ceza lê hat birîn lê tevî ku 49 roj derbas bûye hîna nehatiye girtin. Platforma Jinan a Şahmamran ya Mêrdînê wiha got: “Em van polîtîkayên ku jinan tune dihesibîne û mêran diparêzin tu car qebûl nakin.”   Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman di 19’ê Tebaxa 2019’an de tayînê şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bû û qeyûmê ku dema beriya vê polîs Ercan Uysaler anîbû serê Kent A.Ş, derketibû holê ku Ercan Uysaler fuhuş li jinekê ferez kiriye. Doza ku jê dihat darizandin di 9’ê Çile de bi encam bû.  Yekemîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Mêrdînê ji sûcê ‘êrîşa zayendî yê hêsan’ der barê Ercan de  11 sal û 3 meh ceza birîbû. Der barê wî de biryara girtinê hat derxistin, lê ev 49 roje hîna nehatiye girtin.    ‘Dibe ku zirarê bide jinek din’   Platforma Jinan a Şahmran a Mêrdînê negirtina gumanbar ji ajansa me re nirxand û da zanîn ku divê emniyet peywira xwe bîne cih û got: “Em ê bertekên xwe di vê mijarê de her tim bînin ziman.  Ercan Uysaler hîna nehatiye girtin. Gelo emniyet çima peywira xwe nayne cih.  Em çi dizanin ku ev mêr di vê pêvajoyê de zirarê nede kesek din. Em her roj bi bûyerên tacîz, tecawiz û kuştinên jinan şiyar dibin. Pergala serdest ya mêr mêr sûcdar be jî diparêze.”   ‘Divê demildest bê girtin’   Platformê got ew polîtîkayên heyî qebûl nakin û wiha berdewam kir: “Em polîtîkayên ku jinan tune dihesibîne qebûl nakin. Heta Ercan Uysaler neyê girtin em ê biqîrin. Divê Ercan demildest bê girtin.” Li aliyê din tê îdiakirin ku Ercan Uysaler li bajarê xwe Osmancik a Çorumê ye.