Li Edenê ji bo jinên hatine qetikirin wê şitil bên çandin 2020-02-28 09:18:38   EDENE- Şaredariya Seyhanê bernameya xwe ya 8’ê Adarê aşkera kir. Di çarçoveya bernameyê de ji bo bîranîna jinên hatine qetilkirin wê şitil bên çandin û qada ku şitil lê bên çandin jî wê bikin parka jinan. Cigira Şaredariya Seyhanê Funda Buyruk banga tevlîbûna 8’ê Adarê li hemû jinan kir.    Şaredariya Seyhan a Edenê bernameya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê aşkera kir. Bername wê di navbera 2 û 8’ê Adarê de pêk bên.  Cigira şaredariya Seyhanê Funda Buyruk da zanîn ku ew dipên ku jin tevlî bernameyên ku balê dikşînin ser şîdeta li ser jinan, bibin û got di 8’ê Adarê de jî wê li mîtîngê bin û banga tevlîbûnê li jinan kir.   ‘Ji bo jinan wê bername pêk bên’   Fundayê destnîşan kir ku di çarçoveya 8’ê ADarê de wê bernameyên wan hefteyekê bidomin û bi pêşengiya Platforma Jinên Edenê wê bên meşandin û got: “Em ê li Kolana Hunerê ya Ahmet Kalfa a Kolana Çakmak, hefteyekê panayirê pêk bînin.  Wê ji her alî jin di panayirê de xwe îfade bikin. Tevlîbûna jinan ji bo me gelek girînge. Di 7’ê Adarê de wê şanoya ‘Jinek hişyar dibe’ bê lîstin. Ji bo jin bi rehetî tevlî bibin ji her taxê wê wesayîtên me rabin. Jin wê ji nokteyên wesayîtê bên girtin û bê pere bên şanoya me.”   ‘Ji bo jinên hatine qetilkirin wê şitil bên çandin’   Fundayê her wiha daxuyakirin ku wê ji bo bîranîna jinên hatine qetilkirin di 3’ê Adarê de daran biçînin û  got: “Ji bo jinên hatine qetilkirin neyên jibîrkirin em ê şitilan biçînin.  Qada ku dar lê bên çandin jî wê piştre bibe park. Em hemû jinan vexwendiyê qadên 8’ê Adarê dikin.”