‘Bêhestiyariya li hember girtiyên nexweş ne mirovahî ye’ 2020-02-28 09:11:20   MÊRDÎN - Îzzet Turan ku yek ji sedan girtiyên nexweş e, rewşa wî her diçe xerab dibe. Xwişka wî Leyla Turan diyar kir ku daxwazanmeyên didin Wezareta Dadê her tim tên redkirin û got: “Bêhestiyariya wezareta dadê ya li hember girtiyên nexweş ne mirovahî ye.”   Di sala dawî de li girtîgehên Tirkiye û herêmê bi giştî nêzî 40 girtîyî jiyana xwe ji det dan. Li gorî rapora ÎHD’ê  228 jê giran bi giştî 578 girtiyên nexweş li girtîgehan hene. Yek ji girtiyên nexweş Îzzet Turan yê li girtîgeha Tîpa L ya Dîlokê dimîne ye. Îzzet bi salane di girtîgehê de ye û gelek nexweşiyên wî hene. Di 1997’an de hatiye girtin û herî dawî felca rû derbas kir. Xwişka wî Leyla Turan, diyar kir ku ji bo herî dawî dîsa ji bo birayê xwe daxwazname dane Wezareta Dadê lê wezaretê bersiva “rapora nexweşxaneyê dibêje ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ daye” da. Leyla Turan diyar kir ku ew her roj bi tirs dijîn.   ‘Rewşa birayê min her diçe xirab dibe’   Leylayê bertek nîşanê biryara wezaretê da û destnîşan kir ku birayê wê hatiye asta ku nikare hewcedariyên xwe bîne cih û got: “Meha borî em çûn hevdîtina vekirî. Birayê min pir giran diaxivî. Gelek nexweşiyên wî yên giran hene. Min daxwazname da wezareta dadê. Ne tenê min parlamenteran jî der barê mijarê de pêşnûmepirs da meclîsê.  Lê wezareta dadê got ‘em ne muxatabê mijarê ne. Dermankirina wî tê kirin dikare di girtîgehê de bimîne’ û daxwaza me red kir. Ez dixwazim birayê min ji girtîgehê derkeve.  Tenduristiya mirovan ji her tiştî girîngtir e. Ez ne tenê ji bo birayê xwe ji bo hemû girtiyan vê dixwazim.”   ‘Em bi tirs dipên’   Leylayê bal kişand ser helwesta wezaretê û got tu aliyê vê yê hiqûqî tune, ev ne nêzîkatiyeke mirovahî ye û wiha dawî lê anî: “9 nexweşiyên giran yên birayê min hene. Helîna hestî, di gurçikan de kevir, fitqa stû, fitqa piştê, ulsera mîdeyê û gelekên din hene. Ev nexweşî dikarin zirarek mezin bidê. Tevî ku wezaret vê dizane tiştekî nake.  Birayê min êdî nikare hewcedariyên xwe bike. Roj bi roj rewşa wî xirab dibe.  Em vê qebûl nakin.  Divê demildest dawî li vê îşkenceyê bê.”