‘Ji bo zanîngeheke ewletir em ê di 8’ê Adarê de dengê xwe bilind bikin 2020-02-28 09:08:31   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Jinan diyar kirin ku di 8’ê Adarê de daxwaza wan a sereke ev e ku zanîngeh ewletir bin û her wiha wê ji bo Gulîstan Doku dakevin qadan.   Jin ji bo 8’ê Adarê xwe amade dikin û jinên zanîngehê jî wê daxwazên xwe bînin ziman.  Jinên zanîngehê diyar kirin ku daxwazên jinan di rojekê de nayê sînorkirin û got: “8’ê Adarê ne roja ku ji bo me diyarî bê girtinê ye.  Roja mezinkirina têkoşîna azadiyê ye.”   ‘Ji bo azadî û mafên wekhev ber bi qadan ve’   Xwendekara pola yekemîn ya Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Akdenîzê Elîf Alturk wiha got: “8’ê Adarê roja ku daxwazên wekhevî, azadî û nasnameyê tê ziman e. Şîdeta li ser jinê bi têkoşîna jinan zêdetir hat dîtin û jinan li dijî vê bê navber têkoşîn dan. Ez wek jinek zanîngehê neçar im daxwaza xwe ya li dijî zayendperestî û zextên zêde bûne bînim ziman. Divê em di 8’ê Adarê de ji bo pêşniyarên xwe bêjin û guherînê dakevin qadan.  Ji bo xwedîderketina jiyaneke wekhev û mafan divê em dakevin qadan.”   ‘Zanîngeh ji bo jinan ne ewle ne’   Xwendekara pola 4’emîn a Mamostetiya Seretayî ya Zanîngeha Dîlokê Sevîm Deger jî daxuyakirin ku 8’ê Adarê ji bo jinan gelek girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pirsgirêkên em dijîn zêdetir di çapemeniyê de tên dîtin û li gorî min hêza jinan bûye yek. Rêxistinbûna jinan a zêde dibe girîng e. Jin êdî bêdeng namînin û daxwazên xwe tevî hemû zor û zehmetiyan tînin ziman. Ev me kelecanî dike. Xwendekara Zanîngeha Dêrsîmê Gulîstan Doku hîna nehatiye dîtin. Di saziyên wisa rewşên tên jiyîn mixanbin  nîşan dide rewş ne baş e. Zanîngeh mixabin ji bo jinan ne cihên ewle ne. Em her tim tirs dijîn.  Ji bo em ji van geşedanan re bêjin ‘bes e’ divê em dengê xwe xurtir derxin.”   ‘Divê em destkeftiyên xwe biparêzin’   Xwendekara pola yekemîn a Pêşxistina Zarokan a  Zanîngeha Dîlokê Betul Kutuk jî diyar kir ku jin têkoşîneke mezin didin û ev tişt daxuyand: “Hêviya min ev e ku têkoşîna jinan wê hîn bêtir bi ser keve. Ji bo em destkeftiyên xwe biparêzin divê em her tim bibin yek. Bi rojane Gulîstan Doku nayê dîtin. Ev me xemgîn dike. Me dike fikaran. Ji bo bûyerên wisa neyên jiyîn divê em deng derxin.”   ‘Divê em mafên xwe bigirin’   Xwendekara pola yekemîn a Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Dîlokê, Berfîn Taşkin jî destnîşan kir ku divê jin zêdetir xwedî li mafên xwe derkevin û wiha dawî lê anî: “Divê em dakevin qadan û bêjin ku em xwedî mafên wekhev in.  Divê hemû jin di 8’ê Adarê de ji bo mafên xwe dakevin qadan.”