Têkildarî Şewata Îmraliyê li Mexmûrê meş hat lidarxistin û daxuyanî hat dayin 2020-02-27 19:19:11   MEXMÛR - Şewata îro ya di girava Îmraliyê de rûda ji bo tevahî gelê Kurd di warê rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan fikarên mezin dan çêkirin. Ji bo vê rewşê gelê Wargeha Mexmûrê li ber saziya malbatên şehîdan meş dan destpêkirin û heya neteweyên yêkbûyî meşiyan û li vir daxuyanî dan.   Şewata li girava Îmralîyê rû dayî ji ber rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan fikaran ava dike. Şêniyên Wargeha Şehîd Rustem Cudî ya Mexmûrê li ber saziya Malbatên Şehîdan meş dan destpêkirin heya neteweyên yekbûyî meşîyan û li wir jî daxuyanî ji bo rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyanî hate dayîn. Berî daxuyanî dest pê bike ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hate girtin û daxuyanî ji aliyê Mamoste Xelîl Bîlen ve hat xwendin û naveroka daxuyanî bi vî awayî ye;    “Wek tê zanîn îro berîya çend demjimêran cihana gelê Kurd, gelên bindest, jin û kedkaran bi agahiya ji Gireva Îmralîyê hat hejiya. Tê gotin ku li daristana Girava Îmralîyê şewateke dijwar derketiye û ji ber sedema bahozê ev şewat bi lezgînî belav dibe. Girava Îmralîyê ne cihek ji rêzê ye. Rêberê azadiyê Rêber Apo ev 22 salin li greva Îmralîyê destê dijminê xwîn xwar de dîl girtiye û li Îmraliyê ye. Dilê gelê Kurd, gelên bindest, jinan, ciwanan tevahi azadîxwzan li Îmraliyê lêdide. Ji heft salî heya heftê salî mîlyonan mîrov bi Rêber Apo re bêhn distîne. Dîlê Îmraliyê dilê mirovahiyê ye.”   Wê tu carî komploger bi ser nekevin.   Di berdewamiya daxuyanî de wiha tê gotin:” Hêzên komploger ev 22 salin bi rêbazên cuda xwestin Rêber Apo bi awayekî fîzîkî îmha bikin û tune bikin. Dema ev ser nexistin jî bi pergala Îşkenceyê ya Îmralêyê Rêber Apo kirin nava tecrîtek mutlaq û xwestin dengê rêber Apo qut bikin. Lê Rêber Apo bi fikir, raman û felsefeya xwe, xwe bi mîlyonan re kir yek û komplo vala derxist. Komplogerên nikaribûn pêşiya Rêber Apo bigrin îro jî bi şêwazên nemerdane û hovane dixwazin Rêber Apo bi awayekî fîzîkî ji holê rakin.    Pêwist e bi lezginî hevdîtin bi Rêberê me re were kirin.   Em weke gelê Warhgaha Ş. Rustem Cudî (Mexmûr) agirê daristana Îmraliyê weke bûyerek ji rêzê nabînin û weke hewhildana îmhakirina Rêber Apo dinirxînin. Ji bo vê jî fikir û gumanên me pir zede ne. Em hêvî dikin ku serî de Gelê Kurd tevahî aligirên mirovahiyê xwedî li Rêber Apo derkevin.   Di dawiya daxuyanî de banga lixwed derketina li Rêberê Gelê Kurd hat kirin. Em bang li desthilatdariya faşîst ya AKP-MHPê dikin bila demildest parêzer û malbat biçin girava Îmraliyê û rewşa Rêber Apo di cih de fêr bibin!   Em weke gelê Wargeha Ş. Rustem Cudî bi Rêber Apo re bêhn distinîn, bi Rêber Apo re dijîn û ger mirinek me hebe wê ew jî bi Rêber Apo re be! Bila hêzên komploger baş bizanibin ku ger Îmrali bişewite wê cîhan bişewite! Wê agirê Îmralî bibe dojeha cihanê.   Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî Rêber Apo”,”Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.