Gelê Rojava, ji bo şewata Îmraliyê daketin qadan 2020-02-27 19:02:13   QAMIŞLO-KOBANÊ-HESEKÊ - Di derbarê şewata ku li Girava Îmraliyê de pêk hat, li seranserî Rojavayê Kurdistanê gel daketin qadan.    Di derbarê şewata li Girava Îmraliyê de pêk hat de Rêxistina Kongreya Star bang li şêniyên Rojavayê Kurdistanê kir da ku dakevin qadan. Her wiha li seranserî Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo, Kobanê, Dêrîk, navçeya Til Temir, navçeya Tirbespiyê  û kampa Waşûkanî gel ji bo rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi fikar in û herîkîn qadan.   Şêniyên  Qamişloyê li dijî şewata li Îmraliyê çalakî li dar xistin    Li ser banga Kongreya Star a Herêma Cizîrê bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo li dijî şewata ku li Greva Îmraliyê rû daye, li pêşiya navenda netewên yekbûyî   çalakî li dar xistin.    Bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê yên Herêma Cizîrê li dijî şewata ku li Girava Îmraliyê rû daye cihê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê di zindanê de ye, li pêşiya navenda netewên yekbûyî  a taxa Siyasî, çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin hildan. Beşdarvanan bi dirûşmên “ Bijî berxwedana îmralîyê” û “ Bê serok jiyan na be” çalakiya xwe geş kirin. Paşê li qada çalakiyê jinan wêneyê Serokkomarê tirkiyeyê Receb Tayyib Erdogan şewitandin.    Li ser navê Kongreya Star Endama Rêbeveriya Kongreya Star Hîva Erebo axaftin kir û wiha got: "Rêber Apo ev 21 sal in li girtîgiha îmraliyê li ber xwe dide, em weke jinên herêmê di nava hemû rengên jiyana xwe de her me banga azadiya Rêberê Apo  kiriye. Ji ber Rêber Apo îradeya me û tevahî gelan temsîl dike. Rewşa dîlgirtina wî û tecrîda ku li ser tê meşandin, em tu carî qebûl nakin. Rêber Apo projeya aşîtiyê ji bo tevahî gelan peşkeş kiriye, li ser vî esasî em daxwaza azadiya Rêber Apo dikin û  dixwazin ku aliyên pêwendîdar jî agahiyekê li ser rewşa Rêberê Apo ji me re ragihînin."   Paşê daxuyanî li qada çalakiyê ji aliyê Endama Kongreya Star Sebah Cûma ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha bû: "Dewleta tirk tecrîdeke giran û bê exlaq li ser Rêber Apo dide meşandin. Dewleta tirk nahêlê ku malbat û parêzerên Rêber Apo pê re hevdîtinê çêbikin. Herî dawiyê şewata ku li daristana Girava Îmraliyê rû daye cihê ku Rêber Apo lê di zindanê de ye, ev yek gûman û metirsiyeke mezin bi me re çêkiriye. Banga me ji bo tevahî gelan heye ku amade û hişyar bin li hember van pilanên nû. Banga me ji tevahî rêxistinên mirovahî heye ku bi lez hereket bikin û rê bidin ku em agahiyan ji tendurstiya Rêber Apo  bigirin."   Daxuyanî bi dirûşmeya “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.   Paşê şandeyek ji Kongreya Star derbasî navenda netewên yekbûyî bûn û daxwazên xwe ji wan re ragihandin.    Sedan şêniyên Kobanê herikîn qadan   Şêniyên Kantona Kobanê ji bo şewata îro ku saetên serê sibê li daristana Îmraliyê derketiye rewş û selametiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan agahî jê bigirin daketin qadan. Meş bi dirûşma "Pewist e tavilê der heqê rewşa Reber Apo de agahî were dayîn" li qada Jina Azad dest pê kir, li qada Şehîd Egîd rawestiyan. Di meşê de pankartên bi nivîsa  "Em weke gelê kantona Kobanê şewatê Îmraliyê şermezar dikin", "Kes nikare roja me tarî bike" û her wiha di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocelan hatibûn hildan.   Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin Endamê desteya Wezareta Hundirîn Bozan Xelîl axivî û wiha got: "Çend roj berê 15'ê Sibatê bû, me weke gelê Rojhilata Navîn helwesta xwe ya li dijî komploya navneteweyî anîbû ziman. Lê belê diyar dike ku netew- dewlet hîna jî li peyê pêkanîna planên komployê de ne. Şewata ku îro li girava Îmraliyê derketî berpirsê wê hukumeta AKP’ê û serok komarê wê Erdogan e. Bila hukumeta tirk bizanibe ne tenê li Îmiraliyê, kuştina zarokekî li Kurdistanê jî di ber berpirsiyartiya hukumeta tirk de ye. Em weke gelê herêmê heya agahiyekê ji Rêber Apo negirin, heta parêzerên wî neçin giravê û agir neyê vemirandin em ê weke gel li qadan bin."   Meş bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.   Koçberên kampa Waşokanî ji bo şewata Îmraliyê daketin qadan   Piştî bihîstina agahiyên derbarê şewata li daristana Girava Îmraliyê de bi hezaran şêniyên Kampa Waşokanî tevlî endam û Rêvberên Kongreya Star , Meclisa Kampa Waşokanî li pêşiya Heyva Sor a Kampê meşek li dar xistin. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hilgirtibûn, Meşvan banga hevdîtina bi Rêber Ocalan û naskirina rewşa wî di meşê de anîn ziman. Meşvan li ber navenda Rêveberiya Kampa Waşokanî rawestiya û bi daxuyaniyêkê daxwaza naskirina rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Kampa Waşokanî Macida Emîn ve hate xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di 15'ê sibata 1999’an de komployek navneteweyî li dijî Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan hate pêkanîn û radestî dewleta tirk hate kirin, di vê komployê de armanca dewleta tirk ku fikirê Rêber Ocalan nehêle belav bibe. Loma dest bi tecrîdê kir û hevdîtina parêzer û malbata Rêber Apo qedexe kir, lê ji ber ku pilanên dewletan têk diçe û fikir û felsefeya Rêber Apo di nava milyonan belav bûye, îro şewatek li daristana Girava Îmraliyê pêk hat, ji bo wê em dibînin ku ev berdewamkirina komploya 15’ê sibatê ye .Em bang li saziyên navneteweyî dikin ku rê bidin parêzeran ku em rewşa Rêber Ocalan nas bikin ."   Daxuyanî bi dirûşma “Bijî Rêber Apo", "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.    Ruxmî firîna balafirên keşfê gelê Til Temirê şewata Îmraliyê şermezar kir.   Îro şewat li daristana li Girava Îmraliyê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ev 21 sal tê de girtiye, derket. Ruxmî gerîna balafirên keşfê li ser navçeya Til Temir û gundewarên ku ev du roj ranewestiyaye, gel bi kurd,ereb, aşûrî û Suryaniyên xwe daketin qadê û şewata Îmraliyê şermezar kirin.    Meşa ku ji Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir gel li kolanên navçeyê geriyan û bi dirûşma "Bijî Sêrok Apo" û "Bê serok jiyan nabe" berz kirin û li çarxereya Şaredariyê rawestiya. Piştî deqeyek rêzgirtin Rêveberê PYD'ê Mihemed Seyîd Şêxmûs axivî.    Mihemed Seyîd wiha got:"Rêber Abdullah Ocalan îro ji bo hemû pirsgirêk, aloziyên Rojhilata Navîn di nav de doza Gelê Kurd têdikoşe. Dewleta tirk û netewên Yekbûyî yên ku îro li dijî Gelê Kurd û Rêber Apo pilan û komployan didin meşandin, ew ê dîrok tu carî rûreşiya wan ji bîr û efû jî neke. Eger tiştek ji Rêber Ocalan were dewleta tirk û Netewên Yekbûyî berpirsiyar in. Pêwîst e bi lez dewleta tirk rê bide parêzeran bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin û rewşa wî ya tenduristî nas bikin."   Meş bi dirûşmeya"Bê serok jiyan nabe"bi dawî bû.    Şêniyên Tirbespiyê ji bo şewata Îmraliyê herîkî qadan   Bi dirûşmeya "Kes nikare roja me tarî bike" bi hezaran şêniyên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Kantona Qamişloyê herîkîn qadan û şewata li Îmraliyê şermezar kirin. Meş li pêşiya navenda Kongreya Star dest pê kir û heta çerxereya azadî dewam kir. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibûn hildan. Meş li çerxereyê veguherî mîtîngê.    Mîtîng bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir û li ser navê Kongreya Star Xaliya Eyûb axivî û şewata îmraliyê şermezar kir û got: "Em van kiryarên ku li ser Rêberê mirovahiyê, tu caran qebûl nakin. Bi vî agirî nikarin roja me tarî bikin. Heya ku em ji rewş û selametiya Rêber Apo agahiyek nestînin em ê her li qadan bin û berxwedana xwe bidomînin.    Tê payin ku ew ê minting li çerxereya Azadî wê dewam bike, heta ku rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê zelal kirin.     Şêniyê Dêrikê li dijî şewata li Îmraliyê meş li dar xistin   Şêniyên bajarê Dêrikê yê girêdayî kantona Qamişloyê, ji bo şewata li Girava Îmraliyê û naskirina rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, meşek li dar xistin. Meş ji qada şehîdan dest pê kir û li qada Şehîd Beyrem rawestiya, di nava meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibûn hildan.   Piştî deqeyik rêzgirtin, Rêveberiya Kongreya Star Hediya Abdullah axivî û got: "Ev 21 sala Rêberê me xistine nava çar dîwaran de û komploya navneteweyî li ser dimeşînin. Em berdana agir a li daristana Girava Îmraliyê de şermezar dikin. Em dibêjin heta ku tu agahî ji Serokê me neyê em ê di nava çalakiya de bin."   Çalakî bi dirûşma "Bijî berxwedana Îmralîyê" bi dawî bû.