TJA'yê bertek nîşanî biryara derbarê Aysel Tugluk de hat dayîn da 2020-02-27 13:25:55     AMED - TJA'yê cezayê 10 salan ê girtîgehê ku li siyasetmedara kurd Aysel Tugluk hat birîn ku ji aliyê dadgeha bilind ve jî hat erêkirin şermezar kir û wiha got: "Cezayê hatiye dayîn di kesayeta Aysel Tugluk de êrîşa li dijî pergala hevserokatiye ku destkeftiya me ya herî mezin a hatiye qanûnîkirin e. Ev biryara siyasî ku hatiye dayîn pêkanîna zayendparêz û bêîradehiştina jinê ye."   Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê cezayê 10 salan ku ji aliyê 16'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha bilind li Hevseroka Berê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Aysel Tugluk a Gîrtî tê darizandin ku bi îdaya 'rêvbertiya rêxistinê kiriye' hat birîn de daxuyanî da.    TJA'yê bi daxuyaniya xwe bal kişand ser girîngiya pergala hevserokatiyê ku destkefitiya herî mezin a jinên cîhanê ye û got ku bi vê rêbazê jin dikarin bi awayê wekhev di mekanîzmayên rêveberiyê de cih bigirin.   'Aysel nûnera yekem a pergala hevserokatiyê ye'   TJA'yê diyar kir ku Aysel Tugluk Nûnera yekem a pergala hevserokatiyê ye û di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Îkdtîdara  AKP-MHP'ê ku dixwaze jinê di malê de hevpis bike, nûnertiya wekhev ji holê rake û hemû êrîşên xwe yên li ser jinê dixwaze xêde bike, bi daraza xwe ya mêr li aktîvîsta mafên jinan Aysel Tugluk a ku bi îdaya 'rêvebertiya rêxistinê kiriye' kir ghirtîgehê 10 sal ceza birî û cezayê wê erê kir. Aysel tugluk nûnera destpêkê ya ku ji bo jin di mekanîzmayên rêveberiyê de cih bigirin a pergala hevserokatiyê ye.  Ji ber vê biryara ku hatiye girtin di kesayeta Aysel Tugluk de êrîşa li dijî pergala hevserokatiye ku destkeftiya me ya herî mezin a hatiye qanûnîkirin e. Ev biryara siyasî ku hatiye dayîn pêkanîna zayendparêz û bêîradehiştina jinê ye."   TJA'yê di berdewamiya xwe de wiha got: "Cezayê ku li hevseroka me ya destpêkê Aysel Tugluk hatiye birîn şermezar dikin û em ê têkoşîna xwe ya li dijî pergala mêr berdewam bikin. Pergala hevserokatiyê xeta me ya mor e. Em ê li hemû qadên jiyan ê têkoşîna xwe bidomînin."