Ayşe Minaz: Mirov mehkûmî bêçaretiya xizaniyê tê kirin 2020-02-27 13:18:33   WAN - Hevseroka Şaredariya Tûşbayê ya HDP'ê ya ku mazbataya wê nehate dayin, Ayşe Minaz derbarê erdheja li Wanê pêk hat de wiha got:"Avahiyên bê bingeh li navçeyên Wanê hene. Mirov mehkûmî bêçaretiya xizaniyê tên kirin. Li cihê ku piştevanî tune be mixabin bêçaretî jî heye. Loma pirsgirêk jî nayên çareserkirin."   Di 23'yê Sibatê de li Bajarê Xoyê yê Rojhilat erdheja bi pîleya 5.8 pêkhat. Di encama erdhejê de li kuçeyên Eleze, Qirati, Xanik, Qaşqol yên Elbaka Wanê xisar pêk hat. Kavilên erheja ku jê 5 zarok 10 kesî jiyana xwe ji dest dan hîn nehatiye rakirin. Ajalên ku di bin kavilan de mabûn hîn nehatine derxistin. Gelek welatî niha di  çadiran de dimînin.    Welatî bi pirsgirêkên av, ceyran û sermayê rû bi rû ne.    Hevseroka Şaredariya Tûşbayê ya HDP'ê ya ku mazbataya wê nehate dayin, Ayşe Minaz a çû herêma erdhejê û bi welatiyan ket nava piştevaniyê çavdêriyên xwe ji ajansa me re parve.   'Ne erdhej avahî dikuje'   Ayşeyê diyar kir ku piştevaniya wan a bi gel re didome û wiha got:"Ne erdhej avahî dikuje. Tevî vê yekê xizanî jî pirsgirêkan kûrtir dike. Hikumet dersekê ji herêma ku em lê dijîn dernaxe."   'AFAD a ku erhejaa 2011'an dît tedbîr negirtiye'   Ayşeyê erdheja di 2011'an de pêk hatibû wekî mînak da û wiha got:"Piştî her erdhejê polîtikayan avahiyan diyar dibe û avahî li gor vê yekê çêdibe. Piştî erdheja 2015'an divê AFAD'ê yek bi yek li ser avahiyan lêkolîn bikira. Lê me careke din dibîni ku ev polîtikayan neketiye dewrê."   'Avahiyên hatine çêkirin li dijî erdhejê nikarin li berxwe bidin'    Ayşeyê diyar kir ku avahiyên hatine çêkirin li dijî erdhejê nikarin li berxwe bidin û wiha dewam kir:"Li gelek navçeyan avahiyên ne saxlem hatine çêkirin hene. Ji ber rewşa aboriya mirovan ne baş in di avahiyê ne saxlem de dimînin. Mirov mehkûmî bêçaretiya xizaniyê tên kirin. Polîtikayên avahiyan û bajarvanî gelekî girîng in. Em bang li hemû odeyên pîşe û teknîkê dikin bila ekîbek dildar ava bikin û agahiyê bidin gel. Ji bo jiyana mirovan gerek em li berxwe bidin. Yan na dîsa ne erhej ew ê avahî me bikuje. Xebatên rûhsatê yên ji aliyê şaredariyê ve tê kirin li gundan pêk nayê."   'Kesên ku di bin bandora erhejê de mane bi travmayekê rû bi rû dimînin'   Ayşeyê herî dawî wiha got:"Kesên ku di bin bandora erhejê de mane bi travmayekê rû bi rû dimînin. Dema ji zaroka tê pirsîn ka hûn çi dixwazin. Zarok dibêjin em ji bo ajalên xwe cihekî dixwazin. Kesên wir debara xwe bi ajalan dikin. Wezareta Çandiniyê divê peywira xwe pêk bînin."