Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2020-02-27 12:36:44   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Cengîz Yureklî, Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç bi boneya bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Îro li Grava Îmraliyê şewata daristanê derketibû û ji ber bayê qiblê komên agirkujiyê nikarin mudaxeleyî şewatê bikin. Ji ber vê şewatê awir zivirîn ser ka dê destûra çûyina parêzeran a Îmraliyê were dayîn an na. Dayîna destûrê tê meraqkirin.    Parêzer Newroz Ûysal û Rêzan Sarica herî dawî di 7’ê Tabaxa 2019’an de li gel Abdullah Ocalan hevdîtin pêk anîbûn. Ji wê rojê ve parêzer her çiqas serî li dozgeriyê didin jî lê bersiva wan nayê dayîn.