Meclîsa Jinan a HDP'ê plansaziya xwe ya 8'ê Adarê aşkere kir 2020-02-27 12:32:59   ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP'ê bi dirûşma "Em di azadiyê de bi israrin û di têkoşînê de bi biryarin" plansaziya xwe ya 8'ê Adarê aşkera kirin.    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) plansaziya xwe ya 8'ê Adarê aşkera kir. Dê bajar bi bajar çalakiyên cûrbicûr bên lidarxistin. Jin îsal bi dirûşmeya "Em di azadiyê de bi israrin û di têkoşînê de bi biryarin" dadikevin qadan. Dê di dawiya sibatê de çalakiyên 8'ê Adarê dest pê bike. Her wiha dê dawiya hefteyê Meclîsa Jinan a HDP'ê berdevka xwe ya nû hilbijere û endamên meclîsa xwe nû bike. Piştî aşkerakirina endam û berdevka Meclîsa Jinan dê di 2'yê adarê de civineke çapemeniyê bê lidarxistin û rojev jî dê bibe 8'ê Adarê.   Meclîsa Jinan a HDP'ê û Tevgera Jinên Azad (TJA) li herêmê bernemeyek hevpar a 8'ê Adarê derxistin. Li Tirkiyeyê jî bi platformên jinan bernameyên hevpar hatin derxistin. Di bernameyan de qurnefîl û belavok bên belavkirin, şahî bên lidarxistin, panel û gotubêji bên organîzekirin û herî dawiyê jî mîtîg dê bên lidarxistin. Bernameya 8'ê Adarê ya Meclîsa Jinan a HDP'ê wiha ye;    * DÊRSIM: Bi pêşengiya Platforma Jinan a Dêrsimê îro starta 8'ê Adarê tê dayîn.    * AMED: di 28'ê sibatê li navçeya Yenîşehirê dê ji bo girtiyan kart bên şandin. Di 1'ê adarê de bi tevlîbûna hevşaredaran panelek bê lidarxistin. Bernameyên biranîna jinên ku hatine kuştin bê lidarxistin. Li Erxenî, Farqîn, Hênî, Bismîl, Kayapinar, Yenîşehîr û Sûrê civîn bên li darxistin û broşûrên mîtîngê bên belavkirin. Dê di 8'ê Adarê de li Qada Îstasyonê bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz û berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan mîtîngek bê lidarxistin.    * MÊRDÎN: Di 28'ê sibatê li Nisebînê starta bê dayîn û ji bo girtiyên jin kart bên şandin. Li Mîdyatê karkerên jin ên tekstîlê bên ziyaretkirin. Stêwrê bi tevlîbûna parlamenter Remziye Tosun şahiyek dê bê lidarxistin. Li Dêrîk, Kerboran, Artuklu, Mehsertê û Qoserê dê hevdîtinen jinan pêk bê. Dê di 8'ê Adarê de li Qoserê bi tevlîbûna Pero Dundar şahiyek bê lidarxistin.    * SÊRT: Dê li tax, gund û navçeyan qurnefîl û belavok bên belavkirin û ji girtiyên jin re kart bên şandin. Li taxan jî civîn dê bên lidarxistin. Dê di 8'ê Adarê de jî li Sêrtê bi tevlîbûna Parlamenter Feleknas Uca şahiyek bê lidarxistin.    * ŞIRNEX: Di 29'ê sibatê li Şirnexê star bê dayîn û şahiyek bê lidarxistin. Her wiha li gelek tax, gund û navçeyan bernameyên cûrbicûr hatin derxistin. Serdana malbatan, serdana nexweşên li nexweşxaneyan, civînên li taxan, belavkirina qurnefîl û belavokan Li Silopiyê malbat bên ziyaretkirin û li Hezexê jî şahî bê lidarxistin. Dê li Silopî, Cizir û Hezexê ji girtiyên jin re kart bên şandin. Di 8'ê Adarê de li Silopiyê bi tevlîbûna Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê Leyla Guven mîtîng bê lidarxistin.    * RIHA: Dê di 1'ê Adarê de li Rihayê dê şitilên daran bê çandin û starta 8'ê Adarê bê dayîn. Dê qurnefîl bên belavkirin û pêşangeha wêneyan li Rihayê bê vekirin. Her wiha ji bo girtiyên jin jî dê kart bên şandin. Li navçeyên wekî Pirsûs, Serê Kaniyê bernameyên cuda bên lidarxistin. Her wiha dê di 7'ê Adarê de jî li Pirsusê bi tevlîbûna parlamenter Ayşe Surucu şahiyek bê lidarxistin.    * MELETÎ: Dê di i 1'ê adarê de gotubêj bê lidarxistin. Di 8'ê Adarê de jî bi hevkariya Platforma Jinan a Meletiyeyê civînek çapemeniyê bê lidarxistin û piştre jî şahî pêk bê.    * SEMSÛR: Di 5'ê Adarê de jin dê biçin serdena jinên bajaroka Bûlam û Komûrê. Di 6'ê Adarê de ji bo jinên girtî dê kart bên şandin. 7'ê Adarê li avahiya partiya HDP'ê civînek bê lidarxistin û piştre jî fîlm bê temaşekirin. Bi Platforma Jinan a Semsûrê dê civîneke çapemeniyê bê lidarxistin.    * DÎLOK: Di 7'ê Adarê de girtiyên jin re dê kart bê şandin. Di 8'ê Adarê de bi Platforma Jinan a Dîlokê dê meşek li dar bixin. Piştê jî li avahiya HDP'ê şahiyek bê lidarxistin.    * ÊLIH: Di 1'ê Adarê de li Hezoyê şahiyek bê lidarxistin, 2'yê adarê li Êlihê ji bo girtiyan dê kart bê şandin. Jin dê biçin serdana kedkarên jin ên tekstîlê û biçin serdana nexweşên li nexweşxaneyan. karanfil dağıtımı yapılacak. Di 8'ê Adarê de jî bi tevlîbûna parlamenter Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz mîtîngek bê lidarxistin.     * COLÊMERG: Dê di 2'yê adarê ji bo girtiyên jin kart bên şandin. Li gelek navçeyan dê qurnefîl bên belavkirin. Li Geverê di 5'ê adarê de şahiyek bê lidarxistin. Di 7'ê adarê de jî bi tevlîbûna Hevseroka KCD'ê û parlamenter Leyla Guven şahiyek bê lidarxistin.    * MÛŞ: Li Mûşê dê hevdîtina jinan pêk bê. Li navçeyên Milazgir, Kop û Gimgimê qurnefîl û belavok bên belavkirin. Di 8'ê Adarê de bi tevlîbûna parlamenter Şevîn Coşkun li Mûşê şahiyek bê lidarxistin.    * WAN: Di 1'ê Adarê de ji bo jinên Rêya Armûşê, Tuşba û Edremîtê taştê bê dayîn. Di 3'yê adarê li Erdîşê şahî bê lidarxistin û di 4'ê adarê de ji bo girtiyên jin kart bên şandin. Ji bo mitîngê dê belavok bên belavkirin. Di 8'ê Adarê de jî bi tevlîbûna parlamenter Ayşe Acar Başaran mîtîngek bê lidarxistin.    * IDÎR: Li tax, bajarok, navçeû bajar dê qurnefîl û belavok bên belavkirin. Di 4'ê adarê de jî ji bo girtiyên jin li Idirê dê kart bê şandin. Di 7'ê adarê de bi tevlîbûna parlamenter Ayşe Acar Başaran dê mîtîngek bê lidarxistin.   * AGIRÎ: Di 1'ê adarê li Bazîdê qurnefîl û li Panosê jî hevdîtan jinan dê pêk bê. Li Giyadînê jî qurnefîl bên belavkirin. Di 8'ê Adarê de jî bi tevlîbûna parlamenter Dêrsim Dag dê li Bazîdê şahiyek bê lidarxistin.    * BEDLÎS: Di 4'ê adarê de li navçeya Norşînê ji bo jinan dê teştê bê dayîn. Di 7'ê adarê de jî li Tetwanê qurnefîl bên belavkirin.    * QERS: Di 2'ye Adarê li Qersê qurnefîl bên belavkirin û di 7'ê adarê de jî bi tevlîbûna parlamenter Dêrsim Dag şahiyek bê lidarxistin.    * MÊRSÎN: Di 29'ê adarê li navçeya Akdenîzê şahî bê lidarxistin, 1'ê adarê li navçeya Yenîşehîrê hevdîtina jinan dê pêk bê, li navçeya Toroslarê jî banga tevlîbûna mîtîngê bê kirin û her wiha di 2'yê adarê li Toroslarê şahiyek bê lidarxistin. Di 7'ê adarê de bi Platforma Jinan a Mêrsînê mîtîngel bê lidarxistin û parlamenter Fatma Kurtulan dê tevlî bibe û her wiha dê di 8'ê Adarê de Platforma Jinan a Mêrsînê êvarê meşek li dar bixe.    * EDENE: Di 29'ê sibatê li Bazara Sosyete ya Edeneyê belavok bên belavkirin, di 2'yê adarê jî li navçeya Yuregirê jî şahiyek bê lidarxistin.