'Çeteyan pezên me dizîn û em revandin' 2020-02-27 11:53:39   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Yazî Xidir El-Şelo û Fatme Mihemed El-Kinêhir ên ku ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve hatibûn revandin, gihaştin herêmên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî. Jinan gotin: “Em ji kabûsa dewleta tirk a dagirker xilas bûn û bi hêza şervanan em gihaştin cihê aramiyê.”   Di 22'yê Sibatê danê nîvroyê de, dema ku Yazî Xidir El-Şelo û Fatme Mihemed El-Kinêhir yên ji gundê Um El-Kêfê pezê xwe diçêrandin,  ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve hatibûn revandin. Duh ew jin piştî rêwîtiyeke ku 3 rojan dewam kir, gihaştin herêmên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî û vegeriyan gundên xwe. Jinan çîroka revandina xwe ji me re parve kirin.   'Çeteyan pezên me dizîn û em revandin'   Fatmeyê bûyera revandina xwe wiha anî ziman: "Me wekî her roj pezê xwe li Bakurê rêya Um El-Kêfê, diçêrand. Carekê me dît pezê me bi aliyê çeteyan ve diçin. Ez li peyî wan ketim da ku ez  wan vegerînim lê min dît 3 çete derketin pêşiya me. Gule weke  baranê bi ser me de reşandin û me bi dev xistin erdê. Bi ser de jî çek xistin serê me. Wê kêliyê çeteyan gotin  ‘Eger hûn dengê xwe bikin an jî serê xwe rakin em ê we bikujin’ da ku ew jî pezê me bidizin. Piştî pez dizîn ez û cîrana xwe Yazî Mihemed jî ku pezê wê jî di nav pezê me de hebû, ruxmî ku em ditirsiyan, lê em ber bi çeteyan ve çûn. Roja 22'yê Sibatê  revandina min û Yazî rojeke bi êş bû."   'Çeteyan em birin Serêkaniyê'   Fatmeyê wiha domand: "Dema ku em gihaştin  gundê Qasimiyê yê ku di bin kontrola dagirkeran de ye, çeteyan gotin 'hûn li vir çi dikin û çima hatine?'. Me bersiv da ku em hatine pezê xwe bibin. Gotin 'ev pez ne yê we ye'. Xwestin ku pezê me bidizin. Leşkerên tirk û çeteyan em birin Serêkaniyê cihê lêpirsînê. Di saetên ber bi êvarê de em gihaştin wir. Leşkerên tirk nizanîbûn erebî biaxivin, yên ku ji wan re werdigerand hebûn. Bi hinceta ku têkiliyê me bi QSD’ê re heye, me xistin nava lêpirsînê. Êvarî em xistin odeyeke tarî û heta roja din saet 14:00'an de em berdan."   'Niha Serêkaniyê bûye mîna kabûsekê'   Fatmayê dîmenên ku piştî êrîşan li Serêkaniyê dîtibû wiha rave kir:"Çete ne ji herêmê bûn, ji Idlib, Humis û Helebê bûn. Li Serêkaniyê hejmara leşkerên dagirker ên tirk gelek  zêde bûn. Gel li wir jiyaneke ne normal dijîn û Serêkaniyê ne wekî berê zindî ye. Niha Serêkaniyê bûye mîna kabûsekê. Serêkaniyê ji cihekî aram veguherandin cihê bêdengî û tarîtiyê. Piştî ku di 23'yê Sibatê de çeteyan em serbest  berdan, em  anîn gundê Mişrafayê. Gotin 'ev pezê we ye û ji vir her in'. Ji 120 pezî niha tenê 76 jê mane û yên din hemû dizîn. Dema ku me pirsî  em qewitandin û gotin 'ji vir biçin'."   'Rêwîstiya me bi dîtina şervanan, qediya'   Fatmeyê da zanîn ku rêwîtiya wan bi gihaştina şervanên Meclîsa Leşkerî, qediya û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em ji wê rojê de tî û birçî bûn. Em bi 76 pezê xwe re meşiyan da ku em bigihêjin cihê şervanan. Piştî rêwîtiyeke 48 saetan em gihaştin cihê Meclîsa Leşkerî. Şervanan bi xwarin, vexwarinê û dilekî germ pêşwaziya me kirin. Wê demê me  aramî hîs kir."   'Ez ne şervan û ne siyasetmedarek im, şivanek im'   Jina bi navê Yazî ya ku bi Fatme re hatibû revandin, ev yek anî ziman:"Çete ji bo dizî û talaniya ax û welatê me hatine. Ez şivanek im ne şervanek im û ne jî siyasetmedarek im heta ku em revandin. Em in xwediyê vê axê. Lê dewleta tirk  û çeteyên girêdayî wê  hatine di welatê me de me direvînin. Ev  tiştekî bê ehlaqî ye. Em dagirkeriya wan a li ser axa xwe  qet qebûl nakin."   'Em dixwazin dagirker ji xaka me derkevin'   Yazî jî ev peyam ji cîhanê re ragihand û wiha dawî li gotina xwe anî:"Em dixwazin dagirker ji xaka me derkevin, em vegerin ser jiyana xwe ya normal. Berê jiyana me gelekî aram bû, kes nêzî me nedibû û pezê me jî nedihat dizîn. Bila cîhan dengê min bibihîze û mafê her mirovekî ku li ser axa xwe dijî, koçber bûye û li ber xwe dide biparêze. "