Li Îzmîrê zarokekê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da 2020-02-27 09:29:01   ÎZMÎR - Li navçeya Dîkîliyê xwendekara dibistana amadekariyê G.B.B., bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.   Li navçeya Dîkîliyê xwendekara dibistana amadekariyê G.B.B., bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Li gor îdiayan dayika zarokê çû odeya wê da ku wê hişyar bike lê dema hişyar nebûye gazî ekîbên tenduristiyê kiriye. Ekîbên tenduristiyê yên hatin malê diyar kirin ku zarokê jiyana xwe ji dest daye. G.B.B. ya tê gotin xwe întihar kiriye piştî lêkolîna dozger ji bo otopsiyê rakirin Morga Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê.    Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.