‘Tedbîr neyên girtin wê întîhar zêde bibin’ 2020-02-27 09:24:40   MÊRDÎN - Derûnas Berîtan Guneş balkişand ser zêdebûna întîharên ku ji ber krîza aborî, şer û globalbûna li Tirkiyeyê pêk tên û da zanîn ku ger tedbîr neyên girtin wê ev bûyerên wisa zêde bibin û got: “ Li dijî jirêderketin, têkçûna aborî, zêdebûna zextan ne bi întîharan, divê em bi têkoşînê bibin bersiv.”   Ji ber krîza aborî û kaosa civakî ya li Tirkiyeyê di hefteya dawî de 7 kesî întîhar kir. Di nav de xwendekarên zanîngehê, mamoste, ajokarê kamyonê û xebatkarên fabrîkayê, ji her alî kes hene. Derûnas Berîtan Guneş întîharên di meha dawî de pêk hatine nirxand.   Berîtanê destnîşan kir ku întîhar ji şert û mercên civak û hawirdorê ne qut e û got: “Di bin sedema ku kesek întîhar bike de nerehetiyên derûnî, tekçûna borî, civakî û îzolasyon heye. Tê texmînkirin ku întîhar herî zêde ji ber bandorên depresyon û nerehetiyên derûnî pêk tên.”   Berîtanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek kesên întîhar dikin sedema wê aşkera îfade dikin. Mînak ajokarê kamyonê xwe bi kamyonê ve darve dike sedema întîharê ji ber aborî bû. Jina arkeolog ya li Muzeya Dîlokê dixebitî ji ber mobîngê întîhar kir. Xwendekara zanîngehê pirsa ‘ez bi 1 TL çawa xwe têr bikim’ dipirse. Malbatên nikarin debara xwe bikin întîhar dikin. Kes sedema întîharê bi awayekî aşkera wek aborî û civakî îfade dike.”   ‘Tedbîr neyên girtin wê hîn bêtir zêde bibe’   Berîtanê bi lêv kir ku wê di pêşerojê de întîhar zêde bibin û got divê demildest tedbîrên parastinê bikevin meriyetê û got: “Bêguman em dizanin ku krîza aborî, globalbûna întîharan zêde dikin. Di salên pêş de texmîn ev e ku wê hejmarên van bûyeran zêde bibin. Ji bo pêşî li întîharan bê girtin divê tedbîr bên girtin. Em jî ner bi întîharan divê bi têkoşînê bibin bersiva têkçûna aborî, zextan û jirêderketinê.”