Derket holê ku gumanbarê hatiye berdan berê jî gelek zarok îstîsmar kiriye 2020-02-27 09:15:56   MÊRDÎN - Mêrê bi navê M.D di meha Çile de ji ber li hember zarokekê êrîşa zayendî pêk anîbû, îfadeya wî hat girtin û piştre hat berdan. Lê derket holê ku mêrê bi navê M.D berê jî li heman taxê li hember gelek zarokan êrîşa zayendî pêk aniye.   Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê di meha Çile de zarokek ji aliyê mêrê bi navê M.D (65) ve rastî êrîşa zayendî hatibû û M.D li ser gilîkirina malbatê hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan. Lê derket holê ku vî kesî li taxê gelek zarokên din jî îstîsmar kiriye. Di meha Çile de ku M.D li hember zarokê êrîşa zayendî pêk anîbû, ji aliyê şêniyên taxê ve hatibû girtin û teslîmê polîsan hatibû kirin. Piştî serlêdana malbatê M.D hatibû binçavkirin û rojek şûnde hatibû berdan.   M.D piştî hat berdan jî ji holê winda bû. Piştî bûyerê, zarokekî ku li dibistana ligel mala M.D dixwend jî ji malbata xwe re got rastî êrîşa zayendî ya M.D hatiye. Malbatên çûn dibistanê bi îradeyê re hevdîtin kirin. Rêveberiya dibistanê li ser vê ketin tevgerê û serlêdanên sûc yên malbatan şand dozgeriyê. M.D ku nayê zanîn li ku ye, der barê wî de gelek serlêdanên sûc hat kirin. Şêniyên taxê diyar kirin ku divê MD demildest bê girtin.   ‘Wê li her derê vê bike’   Şêniya taxê Esra bi lêv kir ku gumanbar hîna li derve digere û got ew ji ber vê bi fikar in û wiha berdewam kir: “Tevî malbatê gilî kir, gumanbar hat binçavkirin û piştre hat berdan. Gelek zarok îstîsmar kiriye. Ger ev derneketiba holê wê gelek zarokên din jî îstîsmar bikira. Berê di girtîgehê de maye. Niha kes pê bawer nake. Ev kes nayê mala xwe lê li ku be jî wê van tevgerên xwe bike. Divê ji bo vê tedbîr bê girtin.”   Li aliyê din jî hat hînbûn ku M.D berê jî ji sûcê êrîşa zayendî salek û nîvekê di girtîgehê de maye.