‘Em ê bi rêxistinî têbikoşin û ber bi azadiyê ve bimeşin’ 2020-02-27 09:08:42   Medya Uren - Berîtan Canozer   AMED - Aktîvîsta TJA'yê Medîne Urak bal kişand ser xebatên 8'ê Adarê û got: "Em ê starta xebatên xwe li Dêrsimê bidin û li vir aqûbeta Gulistan Doku û zarokên ku bi êrîşên zayendî re rûbirû mane bipirsîn. Her wiha li dijî tecrîdê jî em ê bi rêxistinî têbikoşin û ber bi azadiyê ve bimeşîn."   Tevgera Jinên Azad (TJA) bi minasebeta 8’ê Adarê dest bi xebatên xwe kirin. Li gelek bajaran plansaziya 8’ê Adarê hatin kirin. Dê starta çalakiyên 8'ê Adarê li Dêrsimê bê dayîn û jin dê aqûbeta Gulistan Doku û êrîşên zayendî ya li hemberî zarokan bipirsin. Her wiha îsal di 8'ê Adarê de mijara sereke dê bibe tecrîta li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, kuştin, fihuş, polîtîkayên bişaftinê û êrîşên taybet. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Medîne Urak, li ser xebat û mijarên sereke yên 8'ê Adarê rawestiya û nêrînê xwe ji ajansa me re parve kirin.     Medîne, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser 8’ê Adarê ya îsal û wiha got: “Leyla Guven, li dijî tecrîda li hemberî PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiyeke demokratîk kir û bi hezaran kes tevlî çalakiyê bûn. Sala borî bi dirûşma ‘Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye’ starta xebatên 8’ê Adarê hatibû dayîn.  Ev berxwedan bandorek mezin li ser civak, jin û bi taybetî jî jinên cîhanê kir. Bi ruhê têkoşîna Leylayê re 8’ê Adarê û Newroz gihaşt asteke jor. Bi vê re girseyên mezin hatin ba hev."   'Li dijî tecrîdê dê li qadan bin'   Medîne di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tecrîd îro bi her awayî tê meşandin. Tecrîd li hemberî destkeftiyan, li hemberî jinê, li hemberî gelên ku li Tirkiyeyê dijîn tên meşandin. Tiştên ku tên jiyin ne tesadifû ne. Bi tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan şer bêtir tê kûrkirin. Heta ku tecrîd bi dawî nebe dê pêvajoya şer jî bidome. Yê ku şer rawestîne û rêya aştiyê veke jî birêz Ocalan e. Divê gelên Tirkiyeyê vî tiştî baş bizane. Piştî ku hevdîtin bi Ocalan re hatin bi dawî kirin li Tirkiyeyê krîzeke kûr dest pê kir. Krîz bi her awayî li ser jinê bi bandor bû. Jin dê li dijî tecrîd û krîzê li qadan û kolanan bin. Em ê li dijî tecrîdê siyaseta xwe bi meşînin."   'Li Dêrsimê polîtîkayên taybet tên meşandin'   Medîne, da zanîn ku dê îsal di 8'ê Adarê de dîsa wekî salên borî li qadan pêşwazî bikin û wiha bi lêv kir: "Polîtîkayên şerê taybet bi her awayî didomin. Bi taybetî jî li Dêrsimê polîtîkayeke qirêj tê meşandin. Her çar aliyên Dêrsimê ji hêla leşkeran ve tê kontrol kirin. Her wiha bi taybetî jî bi ser jinên ciwan de diçin. Polîtîkayên zayendperestî û bişaftinê li Dêrsimê xwe bêtir dide der. Mînaka Gulistan Doku li ber çava ne. Jinek ciwan û kurd e û li Dêrsimê winda bû. Ji ber van mijaran me xwest em starta xebatên 8'ê Adarê li Dêrsimê bidin û bal bikişînin ser polîtîkayên qirêj."   'Em ê li dijî kuştin û kedxwariyê li qadan bin'    Medîne di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna jinê û got: "Em ê li hemberî polîtîkayan li gund, navçe, bajar û komele û saziyan bên cem hev. Em ê bi tirk, ereb, çerkez, suryanî û ermeniyan re bicivin. Em ê bi dirûşma ‘Em têkoşînê bi rêxistin dikin û ber bi azadiyê ve dimeşin’ li qadan bin. Em ê li dijî kuştin, taciz, tecawiz û kedxariyê biqirîn."