ROJEVA 27'Ê SIBATA 2020'AN 2020-02-27 09:00:00   *Ji Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Efrînê Şêrîn Reşîd, derbarê parastina çandê de anî ziman ku ger ew çandê neparêzin ew ê ji gelek nirxên xwe yên civakî bibin û wiha got:: “Civak bi çanda xwe ve tê nasîn, windakirina çandê windakirina civakê ye. Parastina çandê di aliyê fikir de girîng e û pêwîst e.” DÎMEN HEYE   *Endama Koordînasyona Kongreya Star Evîn Paşo Zagona Qeyser û geşedanê li Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê nirxan. Evînê diyar kir ku hewildana pêkanîna Zagona Qeyser a 9 sal şûnde di heman demê de tê wê wateyê ku Emerîka dixwaze kontrola xwe ya li ser Sûriyeyê zêde bike û wiha got:"Ne tenê qetilkirina sivîlan û qutkirina ling û destên wan, qetilkirina siyasetmedara jin Hevrîn Xelef, dagirkirina Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî û koçberkirina gelê wê yê resen a ji aliyê dewleta tirk ve jî sûcên şer e û pêwîst e ku ew jî baş were dîtin û derbarê wê de dewleta tirk jî were cezakirin." DÎMEN HEYE     *Aktîvîsta TJA'yê Medîne Urak bal kişand ser xebatên 8'ê Adarê û got: "Em ê starta xebatên xwe li Dêrsimê bidin û li vir aqûbeta Gulistan Doku û zarokên ku bi êrîşên zayendî re rûbirû mane bipirsîn. Her wiha li dijî tecrîdê jî em ê bi rêxistinî têbikoşin û ber bi azadiyê ve bimeşîn." DÎMEN HEYE    *Jinên li Şengalê dijîn diyar kirin ku ji bo zarok bi zimanê dayikê perwerdê bibin divê dewleta Iraqê 2 pirtûkên bi kurdî ya ku ji hêla Saziya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzîdxane ya Şengalê ve hatî amadekirin qebûl bike. Jinan, destnîşan kir ku ji bo zarok bi zimanê dayikê perwerde bibin divê têkoşîneke hevpar bê dayîn. DÎMEN HEYE    * Nivîskar û helbestvan Zozan anî ziman ku helbest êşa dilê mirovane û  wiha got: “Tunebûna zimanê kurdî tune bûna helbet û çandê ye. Divê em xwedî li ziman û çanda xwe derkevin û em bi kurdî binivîsin û bixwîn." BI DÎMEN   *Mêrê bi navê M.D di meha Çile de ji ber li hember zarokekê êrîşa zayendî pêk anîbû, îfadeya wî hat girtin û piştre hat berdan. Lê derket holê ku mêrê bi navê M.D berê jî li heman taxê li hember gelek zarokan êrîşa zayendî pêk aniye.   *Sekretera Partiya Sosyalîst a Yekbûyî a Fasê û Berdevka Federasyona Çep Demokratîk Nebîle Munîp, diyar kir ku gelê Kurd têkoşîna hebûn û azadiyê dide û got ev têkoşîneke adîlane ye. Nebîleyê nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li hember pirsgirêka Kurd jî nirxand û wiha got: “Otorîteyên siyasî divê dest ji tunehesibandin û çewisandinê berde û demildest çareseriyekê bibîne.” BI DÎMEN   *Hevseroka DBP’a Amedê Seval Gulmez got di pêvajoyeke ku di bin zextan de derbas dibin û got di riya aştiya civakî de pêngavên girîng wê bavêjin û wiha got: “Hewcedariya vê erdnîgariyê bi nasnameya azad, çand û ziman heye. Niha dora girtina berpirsyariyê ya me ye.” BI DÎMEN   *Nêzî 8’ê Adarê, jinên di Fîrma Tekstîl a Momentum YFA de dixebitin ji kar hatin avêtin. Nurgul Togrul diyar kir ku ev binpêkirina kedê ye û got: “Ez bang li jinan dikim. Bila bêdeng nemînin û dest ji têkoşînê bernedin.” Seroka ÎBD'ê Îpek Bozkurt jî da zanîn ku têkoşîna dîrokî ya jinên karker didome û bang kir ku jin di 8’ê Adarê de li qadan bin.   *Derûnas Berîtan Guneş balkişand ser zêdebûna întîharên ku ji ber krîza aborî, şer û globalbûna li Tirkiyeyê pêk tên û da zanîn ku ger tedbîr neyên girtin wê ev bûyerên wisa zêde bibin û got: “ Li dijî jirêderketin, têkçûna aborî, zêdebûna zextan ne bi întîharan, divê em bi têkoşînê bibin bersiv.” BI DÎMEN   *Aktîvîsta TJA’yê Medîne Urak, got wê jin îsal bi awayekî çalak di bernameyên 8’ê Adarê de cih bigirin û got: "Em ê hemû lîstikên qirêj yên dewlet û mêr vala derxînin. Wek sala 2019’an em ê îsal jî di nava berxwedanê de bin. Em ê polîtîkayên şer teşhîr bikin û vala derxînin." BI DÎMEN   *Di ser mutabakata Dolmabahçeyê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nivîsî û rayedarên dewletê eşkere kirin de 5 sal derbas bû. Piştî mutabakatê 20 roj şûnde pêvajoya înkarê dest pê kir û bi vî awayî jî bû sedema berdewamkirina pêvajoya bi pevçûn.