Li Mexmûrê dewreya perwerdê ya xwendin û nivîsandinê bi dawî bû 2020-02-26 16:55:21   MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo jinan dewreya perwerdê ya xwendin û nivîsandinê hatibû destpêkirin û perwerde 25 rojan berdewam kir û îro bi merasîmê hat bi dawî kirin.    Di 2’yê sibatê de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Îştarê û ji hêla Akademiya Şehid Jiyan ve dewreya xwendin û nivîsandinê ji bo jinan hatibû destpêkirin bi dawî bû. 21 jin tevlî perwerdê bûn û perwerdê 25 rojan berdewam kir. Îro bi merasîmek dewre hat bi dawîkirin.    Di merasîmê de mamosteya Akademiya Şehîd Jiyan Bêrivan Kar,  axivî û diyar kir ku dewreya perwerdeya jinan bi coş û heyecaneke mezin dom kir û îro jî bi merasîmê bi dawî dikin.    Li sernavê Kordînasyona Meclîsa Îştarê Xurbet Îşlek axivî û got: "Em di serî de serkeftinê ji dayik û jinên ku tevlî vê dewreyê bûnê dikin. Hêvidarin ku ev xwestek û hêrsa wan ya ji bo fêrbûnê bi dawî ne be. Dê di pêşerojê dîsa dewreyên bi vî rengî bidin destpêkirin."   Meryem Adanmîş tevlî dewreyê bû û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Mamosteyan pir kedek mezin dan û em spas dikin. Di serî de ez ne bawer bûm ku ez hîm bibim. Lê îro ez dibînim ku ez di hêla xwendin û nivîsandinê de pêş ketim. Ez bi hêvî me ku pêşerojê dîsa dewre bên destpêkirin û em perwerda xwe bidomînin." Necîme Hêşetî, di merasîmê de helbesta xwe ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nivîsandî bû xwend.    Piştî axaftinan merasîm bi dawî bû.