Jinek ji Şengalê li Almanyayê hat qetilkirin 2020-02-26 16:35:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan amadekariyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê dikir lê li Dortmûndê duh di destê êvarê de jina bi navê Olanîa Çendy a dayika 4 zarokan ji aliyê mêrê pê re zewicandî ve hate qetilkirin.   Li Dortmûndê duh di destê êvarê de jina bi navê Olanîa Çendy a dayika 4 zarokan ku ji şengalê bû ji aliyê mêrê pêre hat zewicandî ve hat qetilkirin. Tevgera Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) îro daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Hê birîna jinên Şengalê yên ku ji aliyê DAÎŞ’ê hatibûn qetilkirin û firotin, nehatiye jibîrkirin li navenda Ewropayê jineke ji Şengalê hatiye qetilkirin. Hêrsa me ya li hemberî feraseta mêr zêdetir bûye. Ji bo ku jin neyên qetilkirin em soza xwe ya têkoşînê dubare dikin.”