Bîlançoya erdhejê zêde dibe: Zarokekî din jiyana xwe ji dest da 2020-02-26 16:23:27   WAN - Li navçeya Elbakê ji ber erdheja ku pêk hat hilweşîn çêbû, gelek kes di bin kavilêde man. Ji kesên ji bin kavilê bi brîndarî hatin derxisitn yek jê jî zarokê 14 salî Ercan Acar bû. Ercan ê piştî ji bin kavilê derxistin û rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.   Li bajarê Xoyê yê Rohilat di 23'yê Sibatê saet di 20.52 de erdhejeke bi pileya 5.8. pêk hatibû. Erdhejê bandora xwe li ser bajarê Wanê jî kir û Li navçeya Elbakê hilweşîn pêk hat. Ji cihên hilweşîn li wan pêk hat yek jê jî taxa Qiratiyê bû. Li taxa Qiratiyê zarokê 14 salî Ercan Acar ê ku ji bin kavilê hat derxistin û bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Ercan ê ku cenazeyê wî ji aliyê malbatê ve hat girtin wê li goristana taxa Qiratiyê bê definkirin   Bi mirina ercan re kesên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan ku 5 ji wan zarok in derket 10 kesî.