Meclisa Jinên Sûriyê û Kongra Star bi armanca şermezar kirina qetilkirina jinan daxuyanî dan 2020-02-26 14:27:52   KOBANÊ - Meclîsa Jinên Sûriyeyê û Rêxistina Kongreya Star bi daxuyaniyên cuda hedefgirtina jinan a ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê ve û qetilkirina Hûda El-Elî û zarokê wê şermezar kirin.   Jina bi navê Huda El-Elî û zarokê wê yên ku di 22’ê Sibatê de ji aliyê mêrê bi wê re zewicî re bi keviran li Kobanê hatibûn qetilkirin. Meclîsa Jinên Sûriyeyê û Rêxistina Kongreya Star ya Kantona Kobanê bi armanca şermezarkirina tundiya li ser jinê û qetilkirina jinê de daxuyanî dan. Ji bo daxuyaniyê bi dehan jinên sazî û dazgehên Kongera Star û Meclîsa Jinên Sûriyê  amade bûn. Daxuyanî li ber deriyê navenda Meclisa Jinên Sûriyeyê ya Kobanê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê rêvebera Meclîsa Jinê Emel Ehmed ve hat xwandin.   Her wiha di 24’ê Sibatê de di encama topebarana dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser navçeya Şêrawa  ya Efrînê de jina bi navê Emûnê Mensûr Amer a 40 salî jiyana xwe ji dest da. Rêxistina Kongreya Star a herêma Firatê bi armanca şermezarkirina hedefgirtina jinan a ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve daxuyaniyek dan.    Daxuyaniya Kongreya Star ji aliyê Endama Komîteya Lêkolînan a Jîneolojîyê ya herêma Firatê Dicle Heyder ve hat xwendin.   Daxuyaniya Meclîsa Jinên Sûriyeyê wiha ye:   "Berdewamkirina bûyerên destdirêjiya li dijî jinan asta qetilkirin an jî ber bi xwekuştinê ve dide diyarkirin. Civaka me hîna ji piştgirî û ewlehiya jinê dûr e. Şîdeta civakî di van demên dawiyê de bi qetilkirina li Hûda û zarokê wê ya bi keviran a li Kobanê derket pêş. Ev yek kûrahiya qeyran û êşên ku jin dijîn diyar dike û dihêle ku zihniyeta baviksalarî di civaka me de pêş bikeve. Pirsgirêka civaka me ya bi jinan re ne pirsgirêkeke desthilatdar an jî zagonî ye. Pirsgirêkeke bi nêrîna civakê ve girêdayî ye. Em wek Meclîsa Jinê bi tundî vî sûcê hovane şermezar dikin. Ev bûyer piştrast dike ku hişmendiya baviksalarî jinê lawaz dike. Li hemberî van bûyeran ku qewimiye giştî civak berpirsiyar e.   Em bang li saziyên peywendîdar, rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên femînîst, rêxistinên civaka sivîl û her kesê ku dikare rê li ber kiryarên bi vî rengî bigire dikin ku nehêlin sûc wek bûyereke asayî derbas bibe. Lê belê bi isara li dijî van bûyeran derkevin û em hewl bidin ku bûyerên bi vî rengî dubare nebin. Ev jî bi rêya avakirina wekheviyê ya di navbera her du zayendan de wê were derbaskirin."   Daxuyaniya Kongreya Star wiha ye:   "Bi navê Kongreya Star a herêma Firatê, em kiryarên dewleta tirk ji kuştin, revandin, tecawizkirin û êşkencekirina di derheqê sivîlan de, bi taybet di derheqê jin û zarokan de şermezar dikin.   Wek ku tê zanîn demeke dirêj e dewleta tirk û çeteyên pê ve girêdayî bi hemû hêza xwe bê navber êrîşî gelê Rojavayê Kurdistanê dikin. Her tim sivîl, jin û zarokan ji êrîşên xwe re dikin hedef. Bi hincetên cur bi cur rojane êrîşên xwe nû dikin û gel dikin qurbana berjewendî û siyaseta xwe ya qirêj. Li herêma Şehba û gundewarên Şêrawa jî rewş girantir bûye.   ‘Armanca êrîşan tunekirina destkefiyên jinan e’   Armanca van êrîşan a yekemîn destkeftiyên şoreşa Rojava ne. Yek ji wan destkeftiyan jî xeta azadiya jinê ye. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû bingeh ji bo pêşxistina projeya demokaratîk û hem jî bû bingeh ji pêşxistina jinê di hemû qadên jiyanê de Ev neh salên li Rojavayê Kurdistanê jinan gavên xurt avêtine. Bûne xwedî destkeftiyên dîrokî, bi taybet destkeftiyên ku di qadên siyasî, leşkerî, civakî, edalet û çandî de bi dest xistine, lê dijmin û desthilatdaran ev pêşketinên jinê ji xwe re xeter dîtin. Ev jî dibe sedem ku dijmin û bi taybet dewleta tirk û çeteyên wê êrîşên xwe li ser jinê zêde bikin û wê ji xwe re bikin hedef. Mînaka wê jî di qada siyasî de Ş. Hevrîn Xelef a ku jineke siyasetmedar bû. Pêşengtiya projeya wekheviya gelan dikir, her wiha Ş. Amara ew jî wek şehîdeke YPJ’ê ku xwestin hêrsa xwe ji bedena wê derbixin û hemû hovîtiya xwe derxistin holê, yadê Eqîde a ku temsîla qada civakî dikir û dixwest sîstema edaleta civakî bide avakirin. Berî du rojan jî di encama topbaranê de li navçeya Şêrawa jina bi navê Emûnê Mensûr Amer a 40 salî jiyana xwe ji dest da, ev jî kîn û hovîtiya dewleta tirk a li hemberî gelê herêmê dide diyarkirin. Her wiha dixwazin bi van êrîşan tirsê bixin nava gel û jinan ji bo dev ji herêmên xwe berdin û bê têkoşîn bimînin, lê ev xwesteka wan wê tu carî pêk neyê û em ê her xeta azadiyê biparêzin û têkoşîna xwe mezin bikin.   Wek tevgera Kongreya Star bangawaziya xwe ji hemû rêxistin û saziyên ku mafê jinan diparêzin re dikin û dibêjin divê hûn li hember van kiryar û hovîtiyan her wiha li hember hemû cureyên şidetê bibin xwedî helwest û piştgirî bidin destkeftiyên jinan ên li her cihî."   Daxuyanî bi dirûşmên "Na ji kuştina jinan re" û "Na ji bêdengiyê re" bi dawî bû.