Rêxistina Sara derbarê intihara jinan de daxuyanî da 2020-02-26 14:04:35   QAMIŞLO - Rêxistina Sara a li dijî Tundiya li ser Jinê, derbarê bûyerên  intiharan a jinan de, daxuyanî da   Rêxistina Sara a li dijî Tundiya ser Jinê, derbarê zêdebûna intiharan a jinan a di vê dema dawiyê de û bi taybet piştî bûyera intihara du jinan a li bajarê Qamişloyê de, daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya Navenda Rêxistina Sara bi tevlîbûna sazî û rêxistinên jinê yên Kantona Qamişloyê, hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Rêxistina Sara a li dijî Tundiya ser Jinê Sûsaz Hisên ve, hat xwendin.    Daxuyanî wiha ye:   "Rewşa kevneşopiya civakî ya di herêma me de, zexteke mezin li ser derûniya jinan dike. Ev dihêlê ku têkiliya jinan ji jiyanê qut bibe. Li Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê di ecama şoreşê de jinan gelek mafên xwe bi dest xistine lê mixabin hîn jî bandora hinek kevneşopiyên civakî dibe sedem ku jin bên qetilkirin an jî bi tundiyê rû bi rû bên hiştin.    Bandora neyînî ya ku li ser jinê tê kirin, bi xwe re encamên xerab tîne.     Divê ku têkilî di navbera rêxistin û saziyên têkildarî jinê bên xurtkirin, ji bo xwe gihandina jinên ku rastî pirsgirêkan tên. Her wiha divê têkiliyên jin û malbatê bên şopandin û ji hev bên fêmkirin. Di navbera wan de bi rêya dan û standinê, pêşketin pêk were. Divê jin bên rêxistinkirin û bizanibin ku întihar ne rêya çareseriyê ye. Em bang li tevahî jinan dikin ku di nava cenga xwe de xwedî hêz bin û têkoşîna xwe mezin bikin."   Daxuyanî bi dirûşma”Jin jiyan azadî” bi dawî bû.