Li Êlîhê TJA'yê starta çalakiyên 8'ê Adarê da 2020-02-26 13:27:14   ÊLÎH - Meclîsa Jinan a HDP'ê û TJA'yê li Êlîhê starta çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê dan.   Meclîsa Jinan a HDP'ê û aktivîstên Tevgera Jİnên Azad (TJA)  bi daxuyaniyeke çapemeniyê starta çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li Kompleksa Werzîşê ya Jinan a Êlîhê dan. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlîhê Feleknaz Uca, Hevşaredara  Êlîhê Songûl Korkmaz,aktivîstên TJA'yê û rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyan tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta 'Em Berxwedanê bi rêxistin dikin, ber bi  azadiyê ve dimeşîn' hate vekirin.   Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlîhê Feleknaz  Uca axivî. Feleknazê bal kişand ser girîngiya 8'ê Adarê û got ku li dijî tundî û komkujiyên jinan ew ê li qadên 8'ê Adarê bi hev re tebikoşin û got:"  Li Tirkiyeyê li dijî jinan tundî û kuştin her ku diçe zêde dibe. Çawa ku jinan li Şengalê bi berxwedana Rojava jin azad kir wê îro jî jin bi berxwedanê azad bibin. Ger ku îro dewlet xwedî li van kujeran derbikeve wê demê ji tundî û qetlîamên jinan dewlet berpirsyar e."   Feleknasê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew ê li Êlîhê bi awayeke çatlak xebatên xwe bidin meşandin û got:"Heta 8'ê Adarê em ê xebatên xwe bênavber bidîn meşandin. Em ê bi kelecana 8'ê Adarê ber bi Newrozê ve bimeşîn."   Piştî axaftinê daxuyanî bi dirûşmên, "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.   Pişt re di çarçoveya bernameya 8'ê Adarê de jin tevlî gotubeja nivîskar Rewşen Esmer bûn.