Komeleya Rosayê ji bo Dêrsimê bang kir 2020-02-26 12:32:25   AMED - Komeleya Jinan a Rosa, ji bo daxuyaniya TJA'yê ya derbarê 8'ê Adarê de ku wê sibe starta çalakiyên xwe li Dêrsimê bide bi 3 zimanan vîdeoyek bangê amade kir.   Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo çalakiyên xwe yên ku wê di çarçoveya 8'ê Adarê de li herêmê û li Tirkiyeyê li dar bixwe di 27'ê Sibatê de li Dêrsimê bi daxuyaniyekê wê starta çalakiyên xwe bide. Komeleya Jinan a Rosayê ji bo daxuyaniya wê bi minaseta êrîşên zayendî ku zêde bûne û windabûna Gulstîan Doku ya li Dêrsimê ku wê bê dayîn bang kir.    Komeleyê bi Vîdeoyeke ku amde kir, bang li hemû jinan kir û ew vexwendin Dêrsimê. Jinên ku bi zaravayên Kurdî; kurmancî û kirmançkî û bi Tirkî bang kirin wiha gotin: "Ji bo ku rewşa Gulîstan bipirsin em di 27'ê Sibatê de li Dêrsimê ne."   Jin sibe saet di 07.00'an de ji bo biçin Dêrsimê ji Amedê dikevin rê.