Ji ber vîrûsa korona dibistanên Mexmûrê ketin betlaneyê 2020-02-26 11:37:21   MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo metirsiya vîrûsa korona, pêşdibistan, dibistana sereteyî û amadeyî heta demek nediyar ketin betlaneyê.   Piştî ku vîrûsa koronayê gihîşt Kerkûkê û bajarê Necefê yê Iraqê  li seranserî Herêma Kurdistanê dibistan û zanîngeh ketin betlaneyê. Di vê çarçoveyê de Saziya Perwerdeya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jê biryar da ku ji bo pêşîlêgirtin û belavnebûna vîrûsê heta ku rewş asayî dibe dibistan girtî bin.   Îro li tevahiya dibistanan mamostayan ji bo xweparastina ji vîrûsa korona xwendekar hişyar kirin û riyên xweparistinê ji wan re vegotin. Piştî hişyariyan dibistan ketin betlaneyê.   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 4 dibistanên seretayî, 2 dibistanên navîn û dibistanek amadeyî ku nêzî 3 hezar û 500 xwendekar lê perwerdeyê dibînin hene. Her wiha 4 pêşdibistan jî hene.   Hêjayî gotinê ye ku duh hikûmeta Herêma Kurdistanê jî biryar dabû ku li seranserî Herêma Kurdistanê dibistan û zanîngeh werin girtin.