'Istiqbarat bi navê parêzer ji bo hevdîtinê gazî me dike' 2020-02-26 10:50:32   Şehrîban Aslan   XERPÊT -  Jinên li Girtîgeha Jinan a Xerpêtê  dimînin binpêkirinên mafan ku li girtîgehê dijîn bi nameyekê parve kirin û diyar kirin ku kesên ji îstiqbaratê xwe wekî 'parêzer' nîşan didin û ji bo hevdîtinê bangî wan dikin.  Herwiha girtiyan diyar kirin ku ji ber xwarina dişînin ji girtiyan re jî girtî pê jehrî dibin.    Binpêririnên mafan li girtîgehan zêde dibin û li dijî van binpêkirinan tu lêpirsîn nayên vekirin. Ji van girtîgehên ku binpêkirina mafan li wan zêde dibe yek jê jî Girtîeha Jinan a Xerpêtê ye. Jinên li vê girtîgehê dimînin bi nameyeke ku ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê re şandin binpêkirinên mafan ku li girtîgehê tên jiyîn li ber çavan raxistin.   Girtiyan di nameya xwe de wiha gotin:   "Em ji 8'ê Hezîrana 2018'an de li Girtîgeha Jinan a Xerpêtê dimînin.  Ji roja em hatine em bi binpêkirinên mafan re rûbirû ne. Beriya vê jî me ji we re bi name û daxwaznameyên ku şandin rewşa xwe xwegot. Dem bi dem ji ÎHD'ê heyet hatin serdana me .Wekî me berê jî got di bedêla binpêkirinên mafan kêm bibin her roj yên nû li wan tên zêdekirin û berdewam dikin. Tenê tişta guherî nermbûna personelê îdareya girtîgehê ye û wekî berê zêde lêpirsîn nayê vekriin. Lê ji bo ev neyên kirin em jî hewl didin. Ji ber ku hevalên me yên înfaza wan bê şewitandin hene. Ez ê hin pirsgirêkên ku ji bo me girîng in binivîsim.    'Wêneyên ku 3 kes tê de cih digirin nadin me'   Wekî ku hûn jî dizanin tişta ji bo me pêwist derketina hawadariyê ye. Ger ku rêveberî bixwaze çareseriya wê heye. Lê naxazin çareser bikin. Em tenê nîvrojê dikarin hewadariyê bi kar bînin. Ji girtîgehên din ji hevalekê re di nava zarfekê de ji nameyekê zêdetir hene, lê em nikarin ji nameyekê zêdetir bikin zarfê. Em nikarin bi hev re wêne bikişînin. Herwiha dema ji girtîgehên din wêne tên ger ku ji  3 kesî zêdetir di wêneyê de cih girtibin wêne nadin me û digirin depoyê.  Fotokopiya nameyên meyên me yên bi taahhut nadin me û pûlê pê re tê jî nadin me. Malzemeyên krtasiye, neversim û şimikan nadin me.  Dibêjin li kantînê heye û dixwazin em ji wir bistînin.  Xwarin gelek xirabin. Berî bi mehekê hin hevalên me jahrî bûn.  Em ji ber xwarina pirsgirêkên mîde û roviyan dijîn.   Ji xwarinan kevir neynûk û mû derdikevin   Muayeneya bi kelepçe, pirsgirêkên me yên wekî din jî berdewam dikin.  Ji aliyê kesên ji Emniyetê û ji istiqbaratê ve di bin navê parêzer de  ji bo hevdîtinê bangî me tê kirin. Herî dawî hevala me ya tahliye bibû xwestibû li ser navê yekê ji me hîbe bike û ji bo vê daxwazname nivîsîbû. Ji bo ku pirtûkan bigirin hatin.  Me got daxwazname hatiye dayîn lê gotin girtiyek nikare pirtûkên xwe li vir bihêle û pere bişîne. Ji xwarinan neynûk, kevir û naylon derdikevin. Me bicaran pirsgirêk ragihand lê tu tişt nehat kirin. Hevlên me li ser navên me pul şandibûn lê gotin li qantînê heye û nedan me."