Nadjet Hamdî: Têkoşîn û êşa Gelê Kurd û Polîsarîo yek e 2020-02-26 09:13:24   Habîbe Eren - Dîlan Babat   ENQERE - Nûnera Eniya Polîsarîo ya Elman û aktîvîst Nadjet Hamdî, diyar kir ku êş û têkoşîna Gelê Kurd û Polîsarîo wek hev e û got: “Xwezaya rejîman yek e, zextxwir û dîktator in. Ji bo êşên ku em jî dikşînin û xeta têkoşînê, bi wesîleya kongreya HDP’ê em ê piştevaniya xwe zêdetir bikin.”   Yek ji cihên ku di bin binpêkirinê de ye Sahraya Rojava ye. Şahra Rojava heta 1975’an di bin binpêkirina Ispanyayê de bû. Piştî Ispanyayê herêm terk kir, herêm di navbera Fas û Morîtanyayê de nehat parvekirin û piştre Cezayîr jî tevlî bû. Di 1976’an de Fasê xwest maf ji herêmê bigire û di 10’ê Gulana 1973’an de Eniya Polîsarîo hatibû avakirin.   Piştî vekişîna Ispanyayê eniya Polîsarîo parvekirina Sahra Rojava a di navbera Fas û Morîtanyayê de qebûl nekir û li hember herdu welatan têkoşîna çekdarî da destpêkirin. Fasê îdia kir ku axa wan e û şûnde gav navêt. Eniya Polîsarîo di 1976’an de pêngavek siyasî kir û Komara Demokratîk a Ereb a Sahra (SADR) îlan kir. SADR dest bi faliyetên xwe kir û eniya Polîsarîo li dijî Fasê têkoşîna çekdarî berdewam kir.   6 sal şûnde yekem car maseya muzakereyê hat avakirin   Fas û eniya Polîsarîo di 2018’an de piştî 6 salan şûnde ji bo çareseriya pirsgirêka Sahra Rojava li Cenevreyê hevdîtin pêk anî. Li ser maseyê heyetên Fas, eniya Polîsarîo, Cezayîr û Morîtanyayê cih girtin. Di bin çavdêriya NY’ê de 6 sal şûnde maseya muzakereyê hat avakirin. Di peymana agirbestê ya di 1991’ê şûnde, hevdîtinên der barê statuya Sahra Rojava de serkeftin pêk nehat.   45 welat SADR nas dikin lê NY nas nake   SADR di 1984’an de bû endamê Yekitiya Afrîkayê lê ji aliyê NY’ê ve nayê nasîn. Li Afrîka û Başurê Amerîkayê bi giştî 45 welat hikûmeta SADR nas dikin. Nûnera Polîsarîo ya Elmanyayê û aktîvîst Nadjet Hamdî têkoşîna li Sahra Rojava û têkoşîna jinan a li Tirkiyeyê û tiştên ku gelê Polîsarî dijî axivî.   ‘Di çapemeniyê de cih nedan têkoşîna me’   Nadjet di 4’emîn kongreya asayî ya HDP’ê ya di 23’ê Sibatê de pêk hat, diyar kir ku jinên Rojhilata Navîn bi hev re ne û got: “Em ê li ser pirsgirêkên hevpar nîqaş bikin û têkoşîn û pêngavek çawa divê pêk bê bisekinin. Ev ji bo me derfet e. Di çapemeniyê de cih nedan têkoşîna Eniya Polîsarîo. Derfet nedan em têkoşîna xwe vebêjin. Lê îro derfeta me ya ku em bi hevalên xwe yên jin re çi bikin û hevdîtinan bikin heye.”   ‘Têkoşîn û êşa gelê Kurd û Polîsarîo wek hev e’   Nadjet destnîşan kir ku têkoşîn û êşa Gelê Kurd û Polîsarîo wek hev e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di xwezaya rejîman de zexwarî û dîktatorî heye. Rejîm ji bo xwe mayîn de bikin qetilkirinan pêk tîne û li ser qûtkirina azadiyan şer didin destpêkirin. Niha hebûna me ya li vir, wê bibe wesîleya ku em zêdetir hev nas bikin û hawira têkoşînê ava bikin. Niha bi sedan parlamenter û hevserokên HDP’ê di girtîgehan de ne. Em ne biyaniyên êşê Gelê Kurd in. Ji ber ku em jî heman tiştî dijîn. Heval û kadroyên me jî di girtîgehan de. Ji ber nêrînên xwe, ji ber çalakiyan cezayên mezin digirin. Ji ber vê em ê bi vê wesîleya kongreya HDP’ê piştevaniya xwe mezin bikin.”   ‘Jin rastî newekheviyê tên’   Nadjet bi lêv kir ku divê li dijî desthilatdariyan jin têkoşîna xwe xurt bikin û di eniyên pêş de cih bigirin û got: “Piştevaniya hevpar a jinên cîhanê girîng e. Jin li her derê rastî newekheviyê tên. Divê jin li her derê mafên xwe biparêzin û li her derê xwe nîşan bidin. Li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê jin rastî zextan û newekheiya tên. Ji ber vê divê em têkoşîna xwe mezin bikin. Her wiha divê em têkoşîna xwe ya enternasyonalîst jî bilind bikin.”