8’ê Adarê diyarî Gulîstanê kirin: Wê têkoşîna me hîn bêtir mezin be 2020-02-26 09:08:31   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Endamên Platforma Jinan a Edeneyê, 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê diyarî Gulîstan Doku ya li Dêrsîmê winda bûye û hîn nehatiye dîtin, kirin. Endamên platformê diyar kirin ku bi awayekî xurt ew ê 8’ê Adarê pêşwazî bikin û gotin destkeftiyên wan jî encama piştevaniya jinan e.   Endamên Platforma Jinên Edeneyê, diyar kirin ku bernameyên xwe yên 8’ê Adara îsal diyarî xwendekara Zanîngehê Gulîstan Doku ya ji 5’ê Çileyê de ye li Dêrsîmê winda bûye, kirine.   ‘Divê hemû jin tevlî têkoşînê bibin’   Endama Platforma Jinan a Edeneyê Cansu Şahîn bal kişand ser kuştinê jinan û got wê li qadan dengê xwe bidin bihîstin û wiha got: "8’ê Adarê ji bo me gelek girîng e. Divê hemû jin tevlî têkoşînê bibin. Dibe ku wê demê hinek tişt bê guhertin. Der barê Gulîstan Doku de tu pêşketin tune ye. Gelek dozên wek yên Gulîstan Doku hene. Li dijî van binpêkirinan wê jin têbikoşin û ancax bi vî awayî dikare encam bê girtin.”   ‘Tevî hemû astengiyan em xurt in’   Ulku Gulşen destnîşan kir ku 8’ê Adarê roja ku jin daxwaza wekhevî û azadiyê, roja mezinkirina piştevanî û têkoşînê ye û wiha pê de çû: “20 sal zêde ye ez di Platfoma Edeneyê de dixebitim. Her sal zêdetir hişmendî çêdibe û jin dadikevin qadan. Em jin rastî zextan hatin. Hewl dan pêşî li xebatan bigirin lê tevî vê têkoşîna me mezin bû û wê hîn bêhtir mezin bibe.”   ‘Bi rojan e winda ye’   Yeşîm Tukel jî Gulîstan Doku bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Hevala me bi rojan e winda ye. Lê xebatên têr nayên kirin. Kesê gumanbar nayê binçavkirin. Ji bo kujerên jinan cezayên wek xelat tên dayîn. Ji ber rewşa baş û tahrîka bê maf ceza tên daxistin. Em daxwaz dikin ku Peymana Stenbolê pêk bê. Ji bo kujeran cezayên pêwist bên dayîn. Em ê li Tirkiyeyê şopdarê vê bin û têkoşîna xwe mezin bikin.”   Endama platformê Gulşah Şahîn jî daxuyakirin ku jin li her qadên jiyanê rastî zextan tên û got: “Divê em li dijî vê bên cem hev, bibin yek. Yên ku şîdetê diprêzin hene. Li dadgehan pergaleke ku cezayan dadixe heye. Divê em di 8’ê Adarê de zêdetir dakevin kolanan. Ancax bi vî awayî em dikarin pêşî li şîdetê bigirin.”