'Bi hedefgirtina Stasyona Elok tê xwestin krîza avê dest pê bike' 2020-02-26 09:06:13   Ronîda Hacî   HESEKÊ - Hevseroka Navenda Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed teqez kir ku dewleta tirk bi êrîşên xwe dixwaze gel bi kirîzek avê bikeve tengasiyê û got: "Ji despêka şerê Idlibê gef li ser karmendên Stasyona Elok dihate kirin.Bi hedefgirtina Stasyona Elok tê xwestin krîza avê dest pê bike. Li dijî vê helwestê ya girîng têkoşîna bi hev re ye."   Artêşa tirk û hevkarên wê di 9’ê Cotmeha 2019'an de êrîşî bajarê Serêkaniyê û Girê Spî kirin. Di encamê  de bi hezaran kes koçberî cihên ewle yên wekî bajarê Hesekê û navçeya Til Temirê kirin. Ji ber êrîşan xebatkarên Stasyona Elok niha rawestiyane. Êrîş dibin asteng ku xebatkar bixebitin. Têkildarî mijarê Hevseroka Navenda Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed girîngiya Stasyona Elok nirxand.   'Dixwazin gel koçber bibe û dev ji xaka xwe berde'   Sozdarê bal kişand ser girîngiya Stasyona Ava Elok û got: "Stasyona Ava Elok ev cara duyemîn e ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve tê hedefgirtin. Stasyona Elok ji bo gelên Kantona Hesekê pir girîng e. Ava wê digihêje Hesekê, Hol, Şedadê ,Til Temir û  Dêra Zorê. Armanca dewleta tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ'ê û El-Nusra ew e ku gel bi krîza avê rû bi rû bê hiştine. Dixwazin gel koçber bibe û dev ji xaka xwe berde."   'Berxwedana gelan planên dijmin têk dibe'   Sozdarê di dewamiya axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana gel û wiha got: "Di dîrokê de tê zanîn ku dema dewlet êrîş dike û gel li hember êrîşan li ber xwe dide, dewlet neçar dimînin ku li beramberî gelê berxwedêr şerê leşkerî, aborî, siyasî û qutkirina avê bide meşandin da ku berxwedana wan were sekinandin û mecbûrî qebûlkirina desthildarî û zilmê bibin. Lê di êrîşên dewleta tirk ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de berxwedana gelan li hemberî kirîza avê ranewestiyaye û ji tunebûnê hebûn ava kirin."   'Her kes ji bo yek û yek ji bo her kesî dike'   Sozdarê destnîşand kir ku gelê ku projeya netewa demokratîk hilbijart xwedî îrade ye û wiha dewam kir: "Di êrîşên dewleta tirk de û bi taybet hedefgirtina Stasyona Ava Elok cara yekemîn rihê jiyana komînal di nava civakê de hate nîşandan. Êdî her kes ji bo kesekî kar dike û yek ji bo her kesî kar dike. Madam  ev yek di nava civaka me de hatiye avakirin, ew ê gel li hember hemû şerên siyasî, leşkerî, aborî û qutkirina avê bi ser bikeve."   Sozdarê di dawiya axaftina xwe de got: "Heger ev stasyon nehat şuxilandin dê kirîza avê carek din dest pê bike. Em ê hemû derfetên xwe têxin xizmeta gel."