‘Li dijî tecrîdê divê em bibin yek' 2020-02-26 09:01:55   Medya Uren    AMED - Hevseroka Şaredariya Cizîrê Berivan Kutlu ya ku li şuna wê qayum hatiye tayin kirin diyar kir ku tecrîd tê wateya domandina komployê û got: "Tecrîta li hemberî Abdullah Ocalan tecrît li ser hemû girtiyên siyasî û Gele Kurd e. Li dijî tecrîdê divê em bibin yek."    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15’ê sibata 1999’an de bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê. 21 sal in li hemberî Abdullah Ocalan tecrîdeke girankirî tê meşandin. Hevdîtina malbat û parêzeran tê astengkirin. Malbat herî dawiyê di 12'yê tebaxa 2019'an parêzer jî 7'ê tebaxê sala 2019'an de hevdîtin pêk anîbûn. Serlêdana malbat û parêzeran heta îro jî bê bersîv hatin hiştin.    Li dijî tecrîdê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven, bi hezaran girtî, bi sedan kes li derve û dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Her wiha 30 girtî jî dest bi rojiyan mirinê kiribûn û 7 girtî jî bi çalakiyek dawî li jiyana xwe anîn. Dayikên Lacikspî ji bo piştgiriyê bidin girtiyan dest bi çalakiyan kirin. Bi çalakiyan di 22'yê gulanê de parêzer çûn Îmraliyê û hevdîtin pêk anîn. Bi banga Abdullah Ocalan grevên birçibûnê hatin bi dawî kirin. Çend tecrît bi çalakiyan hat şkandin jî piştî demek dîsa tecrîta li Îmraliyê hat girankirin. Hevseroka Şaredariya Cizîra Şirnexê Berivan Kutlu ya ku li şuna wê qayum hatiye tayin kirin qala polîtîkayên li hemberî Gelê Kurd tê meşandin û di tecrîta ku tê domandin de ji ajansa me re axivî.   ‘Armanca hikûmetê şer û kaos e’   Berîvan, di axaftina xwe de bal kişand ser kaosa ku li Tirkiyeyê û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Li Tirkiyeyê kaosek mezin heye. Ji aliyekê ve qeyrana aborî û ji aliyekê ve qeyrana sîyasî ji rû daye. Sedemê vê qeyranê bi tecrîtê re eleqeder e. Ji ber ku pirsgirêka herî mezin pirsgirêka kurdan e. Rêya çareseriya ji li Îmraliyeyê. Lê bi 21 sal in tecrîteke giran heye. Bi grevên birçîbûnê re hevdîtin pêk hat lê belê tecrît hêj bi dawî nebûye. Bi heman rengî berdewam dike. Bi vî awayî kaosa li Tirkiyeyê mezin dibe. Armanca hikûmetê şer û kaos e."   ‘Tecrît berdewamiya komployê ye’   Berîvan, komploya navneteweyî şermezar kir û diyar kir ku tecrît tê wateya berdewamiya komployê. Berîvan, wiha dom kir: "Bi salane tecrîtek li ser Rêberê Gelê  Kurd tê meşandin, ev îro ji bi şeklên cuda berdewam dike. Li hemberî tecrîdê serhildan û çalakiyên cûrbicûr hatin lidarxistin. Gelek bedel hatin dayîn. Nêzîkatiya hikûmetê li hemberî kurdan di mijara tecrîde de xwe nîşan dide. Çawa komploya navneteweyî pêkhat û şunde Abdullah Ocallan ji hemû mafên xwe hat mehrûm kirin. Bi wê re êrîşên li ser Gele Kurd her ku çû zêdetir bû. Ji polîtîkayên asîmlasyonê heta qayûman ev tişt tecrîtê nîşan dide."   Berîvan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo aramiya Rojhilata Navîn divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin. Ji ber vê yekê divê di destpêkê de Gelê Kurd ji bo şikandina vê tecrîtê bibin yek. Pişre ji em bang rayedar û hikûmetê ji dikin ku gavek di aliyê aştiya gelan de were avêtin.”