Enwer Muslim û Eyşe Hiso bûn Hevserokên PYD’ê 2020-02-26 08:24:11   QAMIŞLO - Di dawiya Kongreya 8'emîn a PYD'ê de 90 endamên Meclîsa Giştî û 7 endamên Komîteya Displînê hatin hilbijartin. Piştî hilbijartinê Enwer Muslîm û Eyşe Hiso wek Hevserokên PYD'ê, hatin hilbijartin. Kongre bi dayina biryarên girîng bi dawî bû.    Kongreya 8'emîn  a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajaroka Rimêlanê ya girêdayî kantona Qamişloyê, di 24-25'ê Sibatê de bi dirûşma “Bi yekîtiya demokratîk re em dagirkeriyê tune dikin, Rêveberiya Xweser pêş dixin û Sûriyeyek demokratîk ava dikin” pêk hat. 650 delege ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Başûrê Kurdistanê û Ewropayê tev li kongreyê bûn. Nûnerên Meclîsa Sûriya Demokratîk, Hêzên Sûriya Demokratîk, Heyet Tensîq a Watanî-Tevgera Guhertin, Partiya Yekîtiya Suryan, Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kesayetên siyasî û civakî, nûnerên partiyan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên rêxistinên jin û ciwan, êlên Kurd û Ereb, rewşenbîr û akademisiyan wek mêvan tev li kongreyê bûn. Piştî hilbijartina hevserokatiya partiyê, endamên Meclisa Giştî ya partiyê hatin hilbijratin. Delegeyên kongreyê biryar dan ku hejmara endamên Meclisa Giştî ya partiyê li şûna 49 bibe 90 endam. Endamên Desteya Rêveber li şûna 13 bibin 20. Ji 90 endamên meclîsê; 41 endamên herêma Cizîrê, 18 endamên herêma Firatê, 14 endamên herêma Efrînê, 6 endamên bajarê Helebê, 9 endamên Ewropa, endamek Lubnan û endamek ê Îmaratê hatin hilbijartin. Piştî hilbijartina Enwer Muslim û Eyşe Hiso wek Hevserokên Partiya Yekîtiya Demokratîk, hatin hilbijartin. Kongreya 8'emîn a Partiya Yekîtiya Demokratîk bi hilbijartina 7 endaman wek Komîteya Displînê bi dawî bû.   Piştî nîqaşên  li ser raporan û erêkirina rêziknameyê, kongreya 8’e mîn ya kongreya PYD’ê bi hilbijartinên hevserokatiyê, meclîs û komîteya displînê bi  daxuyaniyekê ji raya giştî re, hat parvekirin.    Biryarên ku di kongreyê de deketin pêş wiha ne:   *Berdewamiya têkoşîna ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê.    *Lidarxistina komcivîn û çalakiyan a derbarê kombûna li derdora projeya netewa demokratîk.   *Parastina nirxên pakrewanan û şoreşê.   *Xurtkirina xebatên partiyê û rêxistkirina hemû neteweyên ku cihê xwe di partiyê de digirin.   *Mezinkirina têkoşîna li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî.   *Xurtkirina  danasîna pergala  netewa demokratîk a di meclîs û komînan de.   *Vekirina akadimiyên nû ji bo perwerdekirinê û xurtkirina asta perwerdekirinê.   *Çalakkirina komîteyên têkiliyê ya li hemû herêman.   *Lidarxistina kongreya bi navê sosyalîzma navneteweyî ya li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî   *Xebat ji bo lidarxistina kongreyeke giştî ya di çarçoveya Meclîsa Sûriyeyê de.    *Temamkirina nîşanan a di navbera partî û hemû hêzên partiyên kurdî yên di Sûriyeyê de ji bo yekrêziya mala Kurdî.    *Belavkirina hişmendiya siyasî û lidarxistina kampanyayên cur bi cur.   *Şopandina rewşên malbatên şehîdan.   Kongreya 8’emîn a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi dirûşmên” Bijî yekîtiya gelên Sûriyeyê”, “Şehîd namirin” bi dawî bû.