Platforma Jinan a Dêrsimê ji bo starta 8'ê Adarê bang kir 2020-02-25 17:14:51   DÊRSIM - Platforma Jinan a Dêrsimê, diyar kir ku ew ê di 27'ê Sibatê roja pêncşemê li cihê ku Gulîstan Doku lê hatiye windakirin saet di 12.30'an de daxuyaniyê bidin. Platformê, bang li hemû rêxistinên jinan kir ku tevli daxuyaniyê bibin.   Platforma Jinan a Dêrsimê, ji bo daxuyaniya ku wê di çarçoveya 8'ê Adarê de bê dayîn bang kir. Jinan diyar kir ku ew ê li ser Pira Dînarê ya li ser Çemê Munzurê li cihê ku xwendekara zanîngehê Gulîstan Doku ku berî bi 56 rojan lê hat windakirin bên gel hev û daxuyaniyê bidin. Platformê di banga xwe de hemû jin vexwendin Dêrsimê.    'Em vê tabloya tarî bi yekitiya xwe dikarin derbas bikin'   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kapîtalîzmê ji bo her cureyê sucê ku li dijî jin û zarokan bê kirin cesaret dayê û wiha hat gotin: "Xwişkên me tên qetilkirin, êrîşî me û zarokên me dikin, yurd êdî ji bo jinan her ku de xeter dibin.  Ev tundî li bajarê me xwe bi êrîşa zayendî ya li dijî zarokên me û bi winda bûna Gulîstanê xwe dide der. Wekî hûn jî dizanin vê tabloya reş em dikarin bi yekitiya xwe ya bi hêz bikin derbas bikin.    Em banga dengê xwe bilind bikin dikin   Em wekî Platforma Jinan a Dêrsimê vê salê em ê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê di kesayeta Gulîstan Doku de diyarî hemû jinên hatine windakirin bikin.  Em wekî Platforma Jinan a Dêrsimê em ê  di 27'ê Sibatê de, saet di 12.30'an de ji ber Zanîngehê heta ser Pira Dînarê a li ser Çemê Munzurê bimeşin û li wê daxuyaniyê bidin. Em bang li hemû jinên Dêrsimî dikin ku bibin dengê têkoşîna me."