Li dijî êrîşên dewleta tirk li Şêrewayê daxuyanî hat dayîn 2020-02-25 16:19:11   ŞEHBA - Duh dewleta tirk gundewar û navçeya Şêrewa ya Efrînê topebaran kir û di encamê de sivîlan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk Meclîsa Navçeya Şêrewayê daxuyaniyek da.    Duh dewleta tirk gundewar û navçeya Şêrewayê topebaran kir û di encamê de jina bi navê Emûna Mensûr Amer a 40 salî jiyana xwe ji dest da û welatiyê bi navê Bekrî Ehmed ê 35 salî birîndar bû. Ji bo şeremezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser gundewar û navçeya Şêrewayê Meclîsa Navçeya Şêrewa daxuyaniyek li Kampa Serdemê da. Di daxuyaniyê de şêniyên Kampa Veger, sazî û dezgehên civaka sivîl amade bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclîsa navçeya Şêrewa Evîn Oso ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye: "Ji destpêka dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê li ser Kantona Efrînê ku dest bi dizî, qetîlkirina sivîlan, revandin, jêkirina daran, destdayina ser mal û milkên gel û xêrakirina cihên dirokî, heta roja îro jî dewam dike.     Her roj gundewar, navçeya Şêrewa û herêma Şehbayê ji aliyê dewleta tirk ve tê topebarankirin. Em weke gelê Efrînê li hember van topebaranên ku her roj tên kirin şeremezar dikin.    Weke Meclîsa Navçeya Şêrewayê em bang li mafê mirovan û dewletên ku bêdengiya xwe diparêzin dikin ku li hember vê dagirkeriya dewleta tirk rabin ser piyan û rolên xwe yên mirovî, exlaqî û wicdanî li dijî van êrîşan nîşan bidin."   Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.