Kongreya Star dest bi semînerên 8'ê Adarê kir 2020-02-25 15:39:10   KOBANÊ -  Kongreya Star a Kobanê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê bi dirûşma "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" dest bi rêzeçalakiyên xwe kir.   Di çarçoveya rêzeçalakiyên hemleya Kongara Star ên di derbarê 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de, îro Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Komîteya Jîneolojiyê  li taxa Xebatkar, taxa Xebat û Taxa şehîd Peyman û Botan Xerbî ji jinan re semînerek li dar xist.    Di semînera taxa Ş. Peyman de bi dehan jinên Kobanê amade bûn. Semîner bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê Endama Akademiya Şehîd Şîlan Kobanê, Bêrîvan Cuma û Endama Komîteya Jîneolojî ya lêkolînan a herêma Firatê Dicle Heyder armanca Roja Jinê ya Cîhanê û dîroka derketina wê anîn ziman.    'Netew-dewlet ji hêz û têkoşîna jinan ditirse'   Bêrîvanê  bal kişand ser roja 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê û wiha pê de çû: "Di sala 1857'an de jinên li New Yorkê behsa mafên xwe yên heqdestê kiribûn. Lê dewletê ev yek red kir û 129 jin di fabriqeya ku jinan kar û xebat dikirin şewitandin. Ji ber jin li dijî sîstema dewletê sekinîn. Em her sal roja 8'ê Adarê pîroz dikin, lê pêwist e îsal em hemû jin li dijî êrîş û şideta ku li ser jinan tê meşandin têkoşîn bikin."   'Bi têkoşîna roja 8'ê Adarê em ê zihniyeta serdest têk bibin'   Dicleyê bal kişand ser êrîşên heyî yên ku li dijî projeya jinê tên meşandin û wiha got: "Roja 8'ê Adarê weke roja jinên cîhanê tê nasîn, lê mirov bala xwe dema didê dibîne ku di hemû şeran de yên ku dibin qurban jin in. Di bin navê namûs û şerefê de jin tên qetilkirin. Di şerê 9'ê Cotmehê de û di heman demê de şerê DAÎŞ'ê de gelek jin hatin kuştin. Mînak siyasetmedara jin Hevrîn Xelef, Yadê Eqîde, Amara Rênas û bi sedan jin bi destê netew-dewletan hatin kuştin. Ev dide diyarkirin ku dewlet ji berxwedana jinan ditirse. Pêwist e hemû jin li hemberî zihniyeta baviksalarî li ber xwe bidin da ku bigihêje mafê xwe û proja ji bo jinan hatiye hilbijartin bi ser bixe."   Semîner bi nîqaşan bi dawî bû.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku wê semînerên di derbarê danasîna roja 8'ê Adarê li tax û navçeyan ji gel re bên lidarxistin. Sibe jî semîner li taxa Botan Şerqî û gundê Helincê wê bên lidarxistin. Tê payîn ku semînr heta 1'ê Adarê wê li kantona Kobanê berdewam bikin.