Heyeta ji KCD, DBP û HDP'ê pêk tê hat astengkirin 2020-02-25 13:52:42   ENQERE - Heyeta KCD’ê, DBP’ê, HDP’ê û HDK’ê ji bo rewşa gel ketibûn rê da ku biçin herêma erdheja li Elbakê.    Heyetek ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ji bo lêkolînan bikin dan rê da ku biçin gundên navçeya Elbaka Wanê ku erdhej lê pêk hatibû. Heyeta ku di heman demê de ew ê beşdarî şîna welatiyên jiyana xwe ji dest dabûn biba hat astengkirin. Heyet li nokteya kontrolê ya leşkerî ya Bebleşînê hat astengkirin.    Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû, parlamenterên HDP’ê Mûrat Sarisaç, Mûazzez Orhan, endamên Meclîsa HDP’ê û hevşaredarên HDP’yî di heyetê de cih digirin.    Radestkirina alîkariyê ya ji bo AFAD'ê hat fezkirin   Rayedaran hevdîtin bi heyeta ku bi 8 kamyonên alîkariyê hatin sekinandin kirin diyar kirin ku divê alîkarî radestî AFAD'ê bê kirin. Parlamentera HDP'ê Muzzez Orhan bertek nîşanî vê yekê da û wiha got:"Em partiya herî zêde li vî bajarî deng digirene. Lê em tevlî maseya kirizî ya AFAD û walîtî ava dikin nayê kirin. Em naxwazin alîkariya xwe teslîmî maseya krîzê ya AFAD'ê bikin."