Huriye Uçar a ku hat îdakirin întîhar kiriye li warê xwe hat definkirin 2020-02-25 13:11:59   RIHA - Huriye Uçar a  ku li bajarê Berlîn ê Almanyayê dima û hat îdakirin întîhar kiriye ku jiyana xwe ji dest da li warê xwe Bîrecika Rihayê hat definkirin.    Jina bi navê Huriye Uçar (38) ku li bajarê Berlînê yê Almanyayê hatibû îdakirin ku ji ber gengeşiya di nava malabtê de întîhar kiriye û jiyana xwe ji dest dabû. Îro serê sibehê cenazeyê Huriye ji balafirgeha Berlînê anîn Dîlokê. Cenaze piştî ji balafirgehê hat girtin û anîn navçeya Bîrecîk a Rihayê.  Cenaze Ji aliyê akîtîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêvberiya HDP'ê ya navçeya Bîrecikê  û ji aliyê gelek kesên din ve hat pêşwazîkirin.    Huriye li Bîrecikê bi lîlandin û lorandina jinan bi merasîmekê hat definkirin. Taziyeya Huriyeyê wê li Mala Şînê ya Aykiliçê di nava 3 rojan de bê kirin.