Mexdûrên erdhejê şeva xwe li derve derbas kirin 2020-02-25 12:21:47   WAN - Di encama erdheja ku bandora xwe li Elbîsa navçeya Wanê kir gelek xanî hilweşiyan û şêniyên taxê ji neçarî li derve di nav zor zehmetiyan de jiyana xwe didomînin. Alîkariyên ku gihaştin taxê jî kêm in.    Ji ber erdheja pileya 5.9 a li navenda bajarê Xoy a Îranê rû da, taxa Elbîs a navçeya Elbakê ya Wanê bi bandor bû. Li taxê gelek mal û axûr hilweşiyan û 9 kesên dibin xirabeyan de mayîn, jiyana xwe ji dest dan. Alîkariyên ku hatin şandin hêj negihaştiye taxê. Konên ku ji hêla AFAD'ê ve hatin vedan kêm in û li dûrê taxê hatin vedan, her wiha di konên AFAD'ê de sobe nehatine danîn. Şêniyên taxê li gorî derfetên xwe kon vedan. Ji ber zivistanê jî gundî bi gelek zehmetiyan re rûbirû dimînin. Piranî şêniyên taxê bi sewalkariyê debara xwe dikin. Ji ber erdhejê gelek axur hilweşiyan û gelek sewal telef bûn. Lê şênî ji bo xilaskirina sewalên xwe yên din jiyana xwe xistin xetereyê. Her wiha ceyrana taxê jî tuneye.   Jina bi navê Emîne Aslan, da zanîn ku konên ku ji hêla AFAD'ê ve hatine vedan dûrê gund e û got: "Ji ber vê sedemê em nikarin biçin li vir û hewcedariyên xwe pêk bînin. Em êvarê diçin konan radizin, serê sibêhê dîsa tên li ber xaniyên xwe. Ji ber ku di konên AFAD'ê de sobe nîne ez nikarim di nava rojê de dayika hevjînê xwe bibim konê, ji bo zarokên min jî heman tişt derbasdar e. Em êvarê dîçin konan radizin lê stara me nîne."   Turkan Yeşîlirmak jî di axaftina xwe de bal kişand ser mexduriyeta xwe û wiha axivî: "Zivistane û zarokên mi li derve dicemidin. Ji ber ku hemû cil û bergên zarokên min di bin xirbeyan de man. Her wiha nêzî 50 sewalên min hebû hemû jî telef bûn û di bin xibeyan de. Ji ber zivistanê em gelek zehmetiyan re rûbirû dimînin."   Şerîfe Aslan, wekî jinên din xaniyê wê hilweşiya û niha li derve jiyana xwe didomîne û Şerîfe, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Niha berf dihele û her der bûye herî. Em nikarin cil û berg, doşek û lihêfên daynîn erdê. Me di nava xirbeyan de sobeyek derxist û li dervê sobê pêdixin û xwe li ber germ dikin. Ez naxwazim sewalên xwe bihêlim û biçim konên ku hatine vedan. Gotin alîkarî hatiye em çûn lê têra gund nekir. Ez bi zarokên xwe re li derve dimînim."