Jin wê di 8’ê Adarê de li qadan bin 2020-02-25 09:19:19   Berîtan Canozer   AMED - Aktîvîsta TJA’yê Nevriye Çur, diyar kir ku heta tecrîd bidome, jin azad nabin û ger ku jin azad nebin civak jî azad nabe û wiha got: “Em ê di 28’ê Sibatê de li Dêrsîmê starta bernameyên 8’ê Adarê bidin. Jin wê li dijî polîtîkayên şerê taybet û tecrîdê li ser piyan bin.”   Aktîvîsta TJA’yê Nevriye Çur, diyar kir ku sala 2019’an ji bo jinan sala bexwedanê bû û got 8’ê Adara 2019’an bi grevên birçîbûnê pêşwazî kiribûn û got hedefa wan ya sereke ev bû ku dengê berxwedêrên grevê bidin bihistin.   ‘Me 8’ê Adarê bi berxwedanê pêşwazî kir’   Nevriyeyê bi lêv kir ku sala borî bi hest û hêrsek mezin 8’ê Adarê derbas kirine û got: “Hejmara jinan li qadan gelek zêde bû. Li qadan berxwedanek jinan hebû. Vê berxwedanê bandor li xebatên 8’ê Adarê jî kiribû. Li qadên mîtîngê yek peyamek jinan hebû. Ew jî rakirina tecrîdê û dawîbûna grevê bû. Em jin bi şîara ‘Jin ji bo azadiyê di berxwedanê de ne, jin di grevê de ne’ li qadan bûn. Em ê îsal jî bi dirûşmeya ‘Em berxwedanê rêxistin dikin, berbi azadiyê ve bimeşin’ wê li qadan bin.”   ‘Heta tecrîd bidome azadî ne pêkane’   Nevriyeyê destnîşan kir ku tecrîd bandorek mezin li ser jinan dike û kuştinên jinan jî parçeyek tecrîdê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her ku tecrîd giran dibe întîxar û kuştinên jinan jî zêde dibin. Bi taybet li herêmê. Bi dehan jin rastî tehdîd û tacîzê tên. Du jinên ciwan bi hefteyane nayên dîtin. Heta ku tecrîd bidome wê azadî jî ne pêkan be. Azadiya jinê bi dawîbûna tecrîdê pêkane.”   Starta xebatan wê di 28’ê Sibatê de li Dêrsîmê bê dayîn   Nevriyeyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku wê stargeha 8’ê Adarê li Dêrsîmê bidin û wiha berdewam kir: “Divê jin li dijî polîtîkayên qirêj xwe rêxistin bikin. Di şexsê Dêrsîmê de polîtîkayên taybet rû dan. Jineke Kurd a ciwan mehek zêdeye winda ye. Lê ji ber bavê hewalê wê polîs e, li derve digere. Hemû delîl hevalê wê yê mêr nîşan dide. Lê emniyeta Dêrsîmê sê meymunan dilîze. Lê em tu car li dijî vê bêdeng namînin. Emê li dijî tecrîdê li ser piyan bin. Ez bang li hemû jinan dikim ku di xebatên 8’ê Adarê de cih bigirin.”