Li hember malbatên girtiyan polîtîka cezakirinê 2020-02-25 09:14:54   WAN - Gewê Aslan ya ku du kurê wê girtîne diyar kir ku surgunkirina girtiyan zilm e û da zanîn ku tevî ku bi dehan carî daxwazaname ji rayedaran re nivîsiye bersiv negirtiye.   Binpêkirinên mafan yên li girtîgehan roj bi roj zêde dibin. Surgunkirina girtiyan, wek polîtîka cezakirina malbatan û tenê hiştina girtiyan tê nirxandin û di vê mijarê de tevî ku gelek daxwazname hatin dayîn jî bersiva wan nayê girtin. Yek ji girtîgehên ku bi binpêkirina mafan di  rojevê de ye jî Girtîgeha  Tîpa T ya Bandirmaya Balikesîrê ye. Gewê Aslan a  li Wanê ye û du kurê wê li girtîgeha Bandirmayê girtî ne, ku hem ji ber aboriyê û hem jî ji ber tenduristî nikare biçe hevdîtina zarokên xwe tevî bi dehan carî daxwazname nivîsiye jî bersivek erênî negirtiye.   ‘Surgun zilm e’   Kurê wê Murat Aslan ku surgunê girtîgeha Tîpa T ya Bandirmayê hat kirin dema nû hat girtin 40 rojî li girtîgeha Tîpa L ya Panosê dimîne û piştre jî surgunê Tîpa M ya Bayburtê dikin. Murat 7 salan li vir dimîne û piştre surgunê Bandirmayê dikin. Kurê Gewê yê din Emrah Aslan jî li Amedê tê girtin û surgundê girtîgeha Tîpa H ya Erziromê tê kirin. 4 sal şûnde tînin girtîgeha Tîpa T ya Wanê. Gewê da zanîn ku bi salan eli girtîgehan digere û got ev zilmek mezin e divê demildest ji vê pêkanînê vegerin.   Gewê bi lêv kir ku hevjînê wê du meh berê krîza dil derbas kiriye û jiyana xwe ji dest daye û wiha dawî lê anî: “Ez êdî neçarim bixebitim. Di van şertan de ez nikarim biçin hevdîtinan jî.”