Şevîn Alaca: Em ê pirsgirêkê jinan çareser bikin 2020-02-25 09:11:22       Rengîn Azîzoglu   AMED - Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca, got tevî deynên dema borî yên şaredariyê hewl didin ji daxwazên gel re bibin bersiv û got: “Hem Midûriyeta Jinan a şaredariyê û hem jî Konseya Bajar wê xebatên meclîsa jinan pêk bînin û ji pirsgirêkên jinan re bibin bersiv.”   Şaredariya HDP’ê ya Qersê tevî ku şaredarî di 2019’an de bi deynekî mezin girt jî xebatên xwe yên li ser esasê pirsgirkên  jinan dimeşîne û hewl dide projeyên xwe bixe meriyetê. Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca, der barê xebatên şaredarî û tayînkirina qeyûman de nirxandin kir.   ‘Em dixwazin aşkera bikin ev pere li ku hatiye xweckirin’   Şevînê got di ser hilbijartinên herêmî re nêzî salekê derbas bûyer û diyar kir ku beriya hilbijartinê li Qersê pirsgirêkên cidî hebûne û rewşa aborî ya şaredariyê jî pêşiya gelek xebatan girtiye. Şevînê wiha berdewam kir: “Me şaredarî di rewşeke xerab de girt. Rewşa aborî gelek xerab bû. Şaredariyên HDP’ê di vê mijarê de piştgiriya ekîb û wesayîtan dan. Lê piştî qeyûman em ji van piştgiriyan jî bêpar man. Qeyûman wesayît şûnde girtin. Em di van şertan de xizmetê didin gelê xwe. Em niha der barê nelêrêtiyan de xebatan dimeşînin. Em dixwazin ev pereyê hatiye xerckirin bê deşîfrekirin û em ê serlêdana sûc bikin.”   ‘Gel ji me memnûn e’   Şevînê her wiha destnîşan kir ku gelê Qersê di 31’ê Adarê de guherînek xwestiye û got: “HDP’ê yekem car Qers qezenc kir. Ev ji bo gelê Qersê kêfxweşî bû. Niha dibêjin ku ji şaredariyê gelek memnûn in. Me xebata anketê kir. Di encamê de memnûnbûna li hember şaredariyê derket holê.”   ‘Midûriyeta jinan di meclîsê de derbas bû’   Şevînê bal kişand ser xebatên jinan ên şaredariyê û got ligel xebatên giştî xebatên der barê jinan de jî gelek pêş ketine û got: “Me xwest em koperatîfekê ava bikin. Di vê mijarê de xebatên em didomin. Me Midûriyeta Jinan jî ji meclîsê derbas kir. Di demên pêş de wê hem Midûriyeta Jinan û hem jî Konseya Bajar xebatên meclîsa jinan bi hev re bimeşînin û ji pirsgirêkên jinan re bibin bersiv.”   Şevînê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkaya qeyûman û da zanîn ku tiştên tên jiyîn xespkirina îradeyê ye û got wê li dijî vê pêkanînê bi awayekî herî xurt dengê xwe bilind bikin.