Xizmên girtiyan: Em ê bibin dengê zarokên xwe 2020-02-25 09:09:38   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Xizmên girtiyan derbarê îşkence û tundiya li girtîgehan de anîn ziman ku êrîşên li ser girtiyan zêde bûne û ev bang kirin: “Divê em malbatên girtiyan mil bidin hev li hember van zext û zordariyan serî rakin û bibin dengê girtiyan."    Li girtîgehan îşkence, îzalasyon, tundî û tecrîta li ser girtiyan ku bi salan e berdewam dike  di dema desthilatdariya 18 salan a AKP'ê de her ku çûye zêde bûye. Li girtîgehên bajarên herêmê û Tirkiyeyê girêdayî pêşxistina şer, binpêkirinên maf û zextên li ser girtiyan jî her ku diçe zêde dibin. Girtiyên ku di girtîgehan de bi tundiyê re rûbirû dimînin bi rêya malbatên xwe ku dema diçin hevdîtinê û bi rêya hevdîtina li ser telefonê vegotin.    Dayika girtiyê bi navê Alî Gerden ku 6 sal ceza lê hatiye birîn û pîştî du salan ji Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F ya Xarpêtê hat kirin Fatim Gerden, anî ziman ku kurê wê dema li derve bûye ji ber guleya gazê ya li serê wî ketiye birîndar bûye û ev tişt got: “Ji ber ku kurê min ji serê xwe birîndar bûbû tendûristiya wê nebaş bû. Divê bihata tedawîkirin. Çend caran di girtîgehê de ji ber birîna di serê xwe de ji dest xwe çûyeserê.  Ji ber wê çend caran wî birin nexweşxaneyê. Niha hestiyê serê kurê min yê aliyê çepê tune ye, bi tenê çerm heye, di vê kurê min bê dermankirin lê nayê dermankirin.”   ‘Gardiyanan zarokên me îşkence kirine’   Fatim, bi lêv kir ku di girtîgehê de îşkence li zarokên wan tê kirin û mafên wan tê binpêkirin û wiha domand: “Beriya sê mehan ez çûm hevdîtina vekirî ya kurê xwe. Dema kurê min hat me dît ku mil û rûyên wî hemû reş bûne. Gardiyanan zarokên me îşkence dikin. Her wiha pirtûk, radyo û rojnameyan nadin wan.  Me çend caran kinc û pirtûk şandin lê nedan û paşve şandin. Ji me re dibêjin em kincên hatine bikaranîn nadin wan û divê kincên nû bin. Ji ber wê me yên nû jî şandin lê dîsa nedan. Rewşa me ya aborî destûr nade em nikarin her carê biçin hevdîtinê jî.”   ‘Divê em malbatên girtiyan bibin yek û bibin dengê girtiyan’   Fatim, diyar kir ku ji rewşa zarokên xwe û girtiyan gelek bifikarin û ev tişt got: “Divê em li dijî vê îşkence û binpêkirina mafan dengê xwe bilind bikin. Zarokên me di girtîgehê de ne ji ber wê nikarin zêde dengê xwe bilind bikin. Divê em li derve bibin dengê wan. Dewletê tiştê ku neanî serê me nema. Heta rih di laşê me de hebe em ê li ser şopa zarokên xwe bin. Em ê tu carî ji doza xwe paşve venegerin. Divê em bibin yek û li hember van zext û zordariyan serî rakin.”   'Kurê min Sirgûnî 5 girtîgehan hatiye kirin'   Dayika bi navê Nermiye Îverendî jî ku du zarokên wê di girtîgehên cuda de tên girtin, diyar kir ku Kurê wê Abdurrahman Îverendî yê 13 sal ceza lê hat birîn û 8 sal in di girtîgehê de ye. Nermiye diyar kir ku kurê wê di nav 8 salan de sirgûnî 5 girtîgehan hatiye kirin û ev tişt got:  “Kurê min li Mêrdînê hat girtin û ji wê şandin Îzmîrê salek û 6 mehan di girtîgeha Îzmîrê de ma.  Ji Îzmîrê jî dîsa sirgûnî Şirnexê hat kirin û li wê jî 6 mehan ma. Ji wir jî piştre sirgûnê Gûmûşhaneyê kirin û herî dawî şandin Girtîgeha Panosê. Di girtîgeha Patnosê de jî niha rewşa wan nebaşe. Zarokên me li wê derê nexweş dikevin wan nabin nexweşxaneyê. Ji bo ku wan bibin nexweşxaneyê daxwaznameyên ku nivîsîne nayên qebûl kirin. Rojnameyan nadin wan, pirtûk û radyoyên wan ji wan girtin. Kincên ku em ji wan re dişînin nadin wan. Dibêjin ku hûn neçarin ji kantîna me bikirin. Nexweşiyên ebdurahmanê min yên  cuda hene. Qeza derbas kiribû û niha bi gopal dimeşe. Heta ku em diçin girtîgehê hevdîtinê em  gelek zehmetiyan dikişînin.”   ‘Gardiyanan bi ser qawişan de girtin’   Nermiye bal kişand ser rewşa kurê xwe Botan Îvernedî ku niha di Girtîgeha Tîpa D ya Amedê de tê girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “14 sal ceza li kurê min birîbûn, lê piştre cezayê wî hat xirakirin û niha doza wî ji nûde tê girtin. Niha 40 sal ceza jê re dixwazin. Ew roj jî doza wî hat dîtin. Lê ji ber nexweşiya xwe tevli dozê nebûye. Ji bo ku em li rewşa wî biprisin me çend caran telefonî rêveberiya girtîgehê kir lê bersiv nedan me. Niha kurê min hem nexweşiya wî ya mîdeyê heye, nebesiya gurçikan dikişîne û demarek serê wî jî xitîmiye. Wê rojê jî gardiyanan bi ser qawişên wan de girtin û lêgerîn pêk anîn. Dest danîne ser pirtûk û gelek tiştên wan.”   ‘Divê li hember vê zilmê tu kes bêdeng nemîne’   Nermiye, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê malbatên girtiyan li hember van êrîşan bêdeng nebînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê li hember vê zilmê û êrîşan di serî de malbatên girtiyan tu kes bêdeng nemîne. Divê em malbatên girtiyan bibin yek û bibin dengê zarokên xwe.”