Zeyneb Efrîn : Pergala netewa demokratîk çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e 2020-02-25 09:07:22   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Endama Koordînasyona  Kongreya Star a Kantona Hesekê Zeyneb Efrîn bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Tecrîd bi armanca kûrkirina aloziya Sûriyeyê û hemû Rojhilata Navîn tê kirin."   Di 15’ê sibata 1999’an de komployek navneteweyî li dijî Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan pêk hat û radestî dewleta tirk hate kirin. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an heta niha tecrîdek giran li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin. Têkîldarî  vê mijarê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Zeyneb Efrîn nirxandin kir.   'Rêber Apo banga wekhevî û azadiya gelan dike'   Zeynebê diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan banga wekhevî û azadiya gelan dike û wiha got: "Rêber Apo ji bo wekeheviya gelan û azadiyê, pergala netewa demokratîk pêşkêş kir. Ev pergal hemû gelên herêmê di nava xwe de hembêz dike û li dijî desthilatdarî û koletiyê ye. Ji bo wê dewletên navneteweyî di 15’ê sibata 1999’an de komployek li dijî Rêber Apo pêk anî û radestî dewleta tirk hate kirin. Rêber Apo di perspektîfên xwe yên dawî de diyar kir ku dê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî êrîşek ji aliyê dewleta tirk a dagirker  ve were ji bo wê jî di perspektîvên xwe de gotibû: 'Pêwist e gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe li gorî şert û mercên şer amade bike û bi rêxistin bike'."   'Hêviyên mezin serkeftinê bi xwe re tîne'   Zeynebê da zanîn ku tecrîda li ser Rêbertî temenê aloziya Sûriyeyê dirêj dike û çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn asteng dike û wiha pê de çû: " Tecrîda li ser Rêber Apo temenê aloziya Sûriyeyê û Rojhilata Navîn dirêj dike û çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn asteng dike. Pergala netewa demokratîk ku Rêbertî pêşkêş kir ew çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn e, lê ji bo sîstemên netew-dewlet ev piroje wekî xeterîyê li hember berjewendiyê xwe dibînin. Ji ber ku komplo vala derket û fikrê Rêber Apo li tevahî cihanê belav bû ev yek jî nehat hesabê komplogeran. Di roja me ya îro de dewleta tirk bi çekên giran êrîşî herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Pêwist e gel hêviyên azadiyê di dilê xwe de xurtir bike. Rêber Apo jî dibêje hêviyên mezin serkeftinê bi xwe re tîne."   'Êrîşên dewleta tirk sê xalan hedef dike’   Zeynebê diyar kir ku êrîşên dewleta tirk sê xalan armanc digire û wiha domand: "Êrîşên dewleta tirk a dagirker sê xalan hedef dike. Yek guhertina demografî ya herêmê ku gelê resen koçber û qir bike, binxistina pergala Netewa Demokratîk ku wekheviya gelan esas digire û zengînbûna xaka Sûriyeyê ku  her dewletek ji bo qezenckirina wê  şer dike."    Zeynebê di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku parêznameyên Rêber Ocalan bixwînin da ku  dîroka xwe nas bikin û bizanibin ku komployek navneteweyî li ser gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin û xwe li gorî wê bi rêxistin bikin.