Laçikên serê siyasetmedarên di bin çavan de ji wan hatin girtin 2020-02-24 15:14:50   MÊRSÎN - Li Mêrsînê 3 roj berê 7 siyasetmedarên HDP'ê hatin binçavkirin. Hat hînbûn ku laçikên du siyastmedarên jin ên di bin çavan de bi hinceta 'ewlehiyê' ji wan hatine girtin û dewsa wê bone dane wan.   Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê hatibû destpêkirin de di 22'yê Sibatê de di encama serdegirtina malan de Endamê Meclîsa Partiya HDP'ê Rojhat Yaşar, Rêveberên HDP'ê Nazan Dundar, Cihan Kokbalik, Ercan Alp, Hevserokê HDP'ê yê Toroslar Cabbar Karabeg, Hevserokê HDP'ê yê Akdenizê Feyza Kaya û Endama Meclîsa Şaredariya Akdenizê Nuray Aslan hatinbûn binçavkirin.    İl Emniyet Müdürlüğü Siyasi Şube'de tutulan HDP’li siyasetçilerin avukatları ile görüşmelerine dair alınan “kısıtlılık” kararı dün itibariyle kaldırıldı.    Li gor agahiyên ku ji parêzeran hat girtin hat gotin îfadeya kesên di bin çavan de nehatine girtin. Laçikên Feyza Kaya û Nûray Aslan ji wan hatine girtin û dewsa wê bone hatiye dayin.