Zaroka biryara parastina wê hatibû rakirin dîsa biryara parastinê ji bo wê hat girtin 2020-02-24 09:17:30   MÊRDÎN - Sala borî li Hezex a Şirnexê zarokek ji sedî 50 astengdara zîhnî, rastî êrîşa zayendî hatibû û ji ber vê biryara parastinê ji bo wê hatibû girtin û biryara parastinê di meha Çile de hatibû rakirin.  Piştî biryara parastinê hat rakirin zarok teslîmê malbatê hat kirin û bi îdiaya ku zarok dîsa rastî  êrîşa zayendî hatiye, dîsa xistine bin parastinê.   Di 2019’an de li Hezexê ya Şirnexê derket holê ku zarokeke ji sedî 50 astengdara zîhnî ye, li gundê dima rastî êrîşa zayendî hatiye. Piştî îstîsmar derket holê şûnde di 1’ê Adara 2019’an de Midûriyeta Navenda Piştgiriya Zarokan a Mêrdînê der barê zarokê de biryara parastin û tedbîrê girtibû. Biryara hatibû girtin salek şûnde di 6’ê Çileyê 2020’an de ji aliyê Dadgeha Malbatî ya Mêrdînê ve bi biryara ‘zarokê bêriya malbatê kiriye û ji aliyê malbatê ve dikare bê parastin’  biryara parastinê hat rakirin.  Zaroka ku biryara wê ya parastinê hatibû rakirin, di meha Sibatê de diçe ocaxa tenduristiyê û li wir xebatkarên tenduristiyê agahiyê didin polîsan û li ser vê ji nû ve xistin bin parastinê.   Îdiaya ‘bav êrîşa zayendî pêk aniye’   Piştî ku bûyer derketibû holê, malbata zarokê bi lez û bez ji gundê Pinarbaşi koçî Nisêbînê kiribûn. Gundiyan  diyar kirin ku malbat her tim cihê xwe diguherîne, li cihên ku diçinê jî nayên xwestin. Hinek gundiyan jî diyar kirin ku bav li hember zaroka xwe êrîşa zayendî pêk aniye. Hinek gundiyan jî got hevalê bavê zarokê, li hember zarokê êrîşa zayendî pêk aniye.   Biryara parastinê ya di 1’ê Adara 2019’an de der barê zarokê de hatibû dayîn di 6’ê Çileyê 2020’an de bi hinceta ‘zarok bêriya malbatê kiriye’ ji aliyê Dadgeha Malbatî ya Mêrdînê ve hatibû rakirin. Xaltîka zarokê di dawiya meha Çile de zarokê dibe ocaxa tenduristiyê û doktorê wê derman dike agahî dide polîsan. Piştî îxbarê zarok ji aliyê polîsan ve tê girtin û dibin navenda piştgiriya zarokan.   Derbarê mijarê de me xwest em bi xaltika zarokê re hevdîtinê bikin lê xaltîka wê tu agahî neda û dayika wê Z.Y jî got keça xwe ji ber êşa zik birine ocaxa tenduristiyê.   Îdiaya ‘zarok ducanî ye’   Îdiayên ku zarok ducanî ye, hene û xebatkarên tenduristiyê jî der barê mijarê de agahî nedan.