ROJEVA 24'Ê SIBATA 2020'AN 2020-02-24 09:00:00   * Jin, zarok, hemşîre û bijîşkên Kobanê di derbarê nexweşiya Leşmaniya de nêrînên xwe wiha vegotin: "Leşmaniya nexweşiyeke çerm e bi rêya pêvedana mêşê çêdibe. Mêşeke spî ye, biçûk e û bêdeng e. Dermankirina wê bi mehan dirêj dibe û bi rêya derziya Glucantime tê dermankirin." DÎMEN HEYE   *Til Temir a ku li hember çeteyên Cebhet El-Nusra, DAIŞ û niha li hember dewleta tirk li berxwe dide, hevsengî û lihevkirinên dijminan guhert. Têkoşîna li Til Temirê rê li ber xeyalên dagirkeran û vejandina koletiyê girt.   * Ramazan Kilinç ê li Mêrdînê îşkence li dayika xwe kiribû û nehatibû binçavkirin, mehek şûnde jinek qetil kir.  Doza ku gumanbar jê tê darizandin jî didome.   *Endama MYK'ê ya Meclîsa Jinan a Sosyalîst  Satiye Ok, polîtîkayên şerê taybet yên li hember jinan tê meşandin nirxand û got: “Yek ji sedemên kuştinên jinan yên li hemberê polîtîkayên şerê taybet yê desthilatdarî  dimeşîne ye.  Kuştinên tên jiyîn nîşan dide ku divê em têkoşînê hîn bêtir mezin bikin. Divê em bên cem hev, bertekên xwe yên demokratîk bi awayekî xurt û rêxistinkirî derxin pêş.”   *Damezrînera DEM-SEN'ê Rahîme Îldemîr Bayrak diyar kir krîza aborî ya ji ber butçeya ji şer re hatiye veqetandin kûr bûye û mirovan ber bi întîxaran ve dibe û got: “Butçeya ji şer û çeteyan re tê veqetandin bila ji kedkar, teqawît û ciwanan re vê veqetandin.” Guldana Akça ya teqawît jî got: “Gelo serokomar mirina me dixwaze?” DÎMEN HEYE   *Nivîskar rojnameger Sevda Karaca da zanîn ku di zêdebûna şîdeta li ser jinê û zayendperestiyê de çapemenî di cihekî girîng de cih digire û  mêrên ku di her tiştî de xwe xwedî fikir dibînin, di mijara şîdeta li ser jinan de jî bûne xwedî fikir. DÎMEN HEYE   *Sala borî li Hezex a Şirnexê zarokek ji sedî 50 astengdara zîhnî, rastî êrîşa zayendî hatibû û ji ber vê biryara parastinê ji bo wê hatibû girtin û biryara parastinê di meha Çile de hatibû rakirin.  Piştî biryara parastinê hat rakirin zarok teslîmê malbatê hat kirin û bi îdiaya ku zarok dîsa rastî  êrîşa zayendî hatiye, dîsa xistine bin parastinê.   *Bi minasebeta 8’ê Adarê navenda çand û hunerê Dîcleyê amedekariyên xwe yên govend, muzîk û stranbêjiyê dan destpêkirin. Li ser xebatan Nazli Duman wiha got: “Coşa îsal pir cudaye ji ber ku îsal dê li herêma Botanê 8'ê Adarê bê pêşwazîkirin." DÎMEN HEYE