Navenda Surî ya Lêkolîn û Diyalogê derbarê rewşa heyî de komcivîn li dar xist 2020-02-24 08:32:19   KOBANÊ - Ji bo rewşa siyasî û leşkerî ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, Navenda Surî ya Lêkolîn û Diyalogê komcivînek li Kobanê li dar xist.   Bi pêşengtiya Navenda Surî ya Lêkolîn û Diyalogê, ji bo rewşa siyasî û leşkerî bê nasîn komcivînek li parka Ronîwar hat lidarxistin. Di komcivînê de partiyên siyasî, rewşenbîr, meclîsa jinên Sûriyeyê, nivîskar, parêzer û endamên Rêveberiya Xweser amade bûn. Komcivîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Di komcivînê de rewşa siyasî hat nîqaşkirin. Paşê Endamê Desteya Rêveber ya Meclîsa Sûriyeyê Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî rewşa siyasî nirxand.    'Siyaseta Erdogan û Putîn talankirin e'   Hesen di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser şerê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û wiha got: "Dewleta tirk bi riya siyaseta xwe dixwaze Idlibê dagir bike. Bi hinceta ku wê Idlibê ji Rejîma BAAS'ê rizgar bike êrîş dike. Rewşa ku niha tê qewimandin mirov bala xwe dema didê hemî dewlet armanca wan li ber çava ne. Tenê ji bo dewlet bigihêje armanc an jî berjewendiyên  xwe her roj bi sedan jin û zarok tên kuştin. Dewleta tirk di nava hewildanan de ye ku bi riya hevdîtinên xwe bi Rûsya an jî Emerîka re pilanên xwe di Rojhilata Navîn de bide diyarkirin, derxe pêş û bêtir dagir bike heye."   Piştî rewşa siyasî hat nirxandin, beşdarvanan li ser çarenûsa Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi taybet Kobanê nîqaş kirin. Di heman demê de destûr û hevdîtinên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Rejîmê bi hev re, her wiha rewşa Suriyeyê bi giştî di aliyê siyasî û leşkerî de hatin guftogokirin.